Wê ciwanên Başûrî li dijî Komploya Navneteweyî bimeşin
Ciwanên Başûrê Kurdistanê, wê 10’ê Sibatê li dijî Komploya Navneteweyî ya li hember Ocalan bimeşin.
Ciwanên Başûrê Kurdistanê, wê 10’ê Sibatê li dijî Komploya Navneteweyî ya li hember Ocalan bimeşin.
Ciwanê Başûrê Kurdistanê bi dirûşma “10’ê Sibatê bi tolhildana şoreşgerî, mêtingeriyê parçe bikin, Rêbertiyê azad bikin” banga beşdariyê li meşa ku wê 10’ê Sibatê li dijî komploya naveteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar bixin kir.
Di daxuyaniya li ser navê Komîteya amadekariyê de, hate diyarkirin ku wê Meşa Dirêj ku 10’ê Sibatê ji Silêmaniyê destpê bike wê 15’ê Sibatê li Hewlêrê bi daxuyaniyekê ve bi dawî bibe.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Beriya 18 salan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployekî navneteweyî hate dîlgirtin û radestî dewleta faşîst a Tirk hate kirin. Komploya ku li dijî Ocalan hate kirin li cîhanê de li dijî ti kesê nehatiye kirin, komployekî ku ti hiqûq, maf û rêgezên mirovahiyê li xwe negirtiye.” Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komplo di kesayeta Ocalan de li dijî her kesê ku daxwaza mafê azadiyê dike hatiye lidarxistin.
BANGA BEŞDARIYÊ
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tecrîda ku li dijî Rêber Apo tê kirin, komployekî li dijî nirxên mirovahiyê ye” û wiha pê de çû:
“Li ser vî bingehî em jî weke erk û berpirsyariya xwe dibînin di ketina sala 19’an a Komploya Navneteweyî de, şermezar û lenet bikin weke erkek dibînin. Li ser vî armancî di serî de me bang li hemû ciwanên Başûrê Kurdistan, bi taybet ciwanên li Silêmanî û navçeyên derdorî wê dikin; beşdarî Meşa Dirêj a protestoyê ku wê roja Înê li Parka Nalî ya li Silêmaniyê destpê bike û ber bi Hewlêrê ve bikevin rê dikin.”