Wê biryara 'Doza Giştî a KCK'ê sibê were dayîn

Rûnîştina 'Doza Giştî a KCK'ê’ ya Amedê ku 154 siyasetmedarên kurd ev 8 sal in tên darizandin li 2. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Dadgeh wê sibê saet di 16.00'an de biryara dozê bide.

Rûniştina 154 siyasetmedarên kurd ên ji doza sereke ya KCK'ê tên darizandin li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Berî rûniştin dest pê bike, gelek polîsan dora avahiya dadgehe dorpêç kir. Di rûniştina dozê de 15 siyasetmedarên girtî amade bûn. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Endama Meclîsa DBP'ê ya berê Çîmen Işik, Pero Dundar, Tûran Genç, Serokê DBP'ê yê berê yê Amedê Alî Şîmşek, Siyasetmedar Nadîr Bîngol, Bayram Altûn, Kazim Kûrt, Veysî Akar, Ferhan Tûrk, Celal Yoldaş, Kenan Bûlût, Mehmet Aksûnger amade bûn. Dîsa Hevşaredarê Wêranşarê Emrullah Cîn ê li Girtîgeha Tipa T a Rihayê jî bi riya SEGBİS'ê amade bû. Endamên Platforma Hiqûqnasên Azad jî di navde zêdeyî sed parêzerên siyasetmedaran amade bûn. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, Parlamentera HDP'ê Sibel Yigitalp, reveberên DBP û HDP'ê Amade bûn. Xizmên siyasetmedaran jî wekî çavdêr beşdarî rûniştina dozê bûn. Piştî xwendina nasnameyan, siyasetmedaran parastin kirin. Hemû siyasetmedana parastinên xwe dubare kirin û mafê beraetê xwestin.

Cihan Aydin, jî li ser navê hemû parêzer û siyasetmedaran bi 200 belgeyên pêvak parastina ku ji 90 rûpelî pêk tê kir. Aydın, anî ziman ku vê dozê serê 3 serokê dadgehan, 9 dadger û 9 dozgeran xwar û wiha got: "Ev doz li ser guhdarkirigna holê hatiye amadekirin û delîlên sûc tûne ne". Aydin, bilêv kir ku darizandina muwekilên wî ne hiqûqî û zagonî ye û xwest doz bikeve. Parastin piştî navbere dê dîsa bi parastina Prz. Aydin berdewam bike. Ger ku parastin berdewam bike heeta dadgehê dê rûniştina dozê heta sibê saet 16.00'an dirêj bike û sibê biryarê bide.

Piştî nîvro jî parastinê berdewam kir. Ji ber ku parastin neqediya wê sibê jî rûniştina dozê berdewam bike û heyeta dadgehê wê sibê saet di 16.00'an de biryarê bide.