Wê bi sed hezaran kes li Wanê Newrozê pîroz bikin

Amadekariyên ji bo Newroza Wanê didomin ya ku wê roje sêşemê were pîroz kirin. Komîteya Amadekar gelê Wanê roja sêşemê vexwend qada Newrozê.

Xebatên ji bo Newroza Wanê didomin. Komîteya ku 20 roj berê dest bi xebatan kiribû, a niha tevî xebatên rêxistinî û teknîkî 500 kes dixebitin. Li tax û gundan civînên gel hatine li dar xistin, li cihên qelebalix belavok hatin belav kirin. Ji bo Newrozê 250 hezar belavok û nêzî 100 bîlboart hatin çap kirin.

Bi 13 wesayîtan bangewazî hatin kirin û di televîzyon û radyoyan de fragramên Newrozê hatin weşandin. Tê payîn ku amadekirin û xemilandina qada Newrozê roja duşemê biqedin. Parlementerê HDP’ê yê Enqereyê Sırrı Süreyya Önder, Hevberdevka HDK’ê Gülistan Koçyiğit, Wekîla Hevseroka DBP’ê Gülcihan Şimşek, Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Nadir Yıldırım jî wê beşdarî Newrozê bibin û hunermendên wekî İbrahim Rojhilat, Bajar, Koma Rojarya û Koma Kemençeyê derkevin ser dikê.

‘AMADEKARÎ QEDIYAN’

Li ser navê komîteya amadekar serokê komîteyê Erhan Çiftçiler diyar kir ku, “Me do destûra serîlêdana zagonî wergirt. Em wekî komîte beriya ku destûr were dayîn, me dest bi xebatên xwe kiribûn. Di xebatên me de her tişt hatin amade kirin. Em hemû gelê xwe vedixwînin qadê. Newroz wê di 21’ê Adarê de roja Sêşemê, wekî her sal wê li Qeleyê saet di 10’an de were pîroz kirin.”

Piştre jî Parlementera HDP’ê ya Wanê Bedia Özgökçe Ertan jî bang kir ku, divê gel bi reng û zimanê xwe li qadê be û got ku, “Roja sêşemê em hemû gelê xwe vedixwînin qada Newrozê. Em Newrozê bi giyanê azadî, berxwedan û vejînê pîroz bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku bi heman giyanî werin cejna Newrozê.”