Wargeha Mexmûrê beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bû

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê bi daxuyaniyekî ragihandin ku beşdarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” dibin.

Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ a ku di 10’ê Cotmehê de li ser asta cîhanî hatibû destpêkirin, dewam dike. Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûr jî li Saziya Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyek beşdarbûna xwe ji kampanyayê re ragihandin.

Beriya ku daxuyanî bê dayîn ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin, piştî rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusuf Kara daxuyanî da.

Yusuf Kara di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser cezayê disiplînê yê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî ferzkirin û wiha got: “Herî dawî beriya çend rojan bi rêya parêzeran hat ragihandin ku carek din cezayê disiplînê dane Rêber Apo. Dixwazin di kesayeta Rêber Apo de netewa Kurd, şoreşa Kurdistanî dîlbigrin û biçewisînin. Lê dewleta Tirk û hevkarên wî wê bi tu şêwazan, bi rêbazên îzolekirina Rêber Apo û bi dayîna cezayên disiplînê wê nekarin gelê Kurd û şoreşa Kurdistanê li gor xwe şêwe bidin û têk bibin.”

‘EM Ê ŞEV Û ROJ JI BO AZADIYA RÊBERTÎ BIXEBITIN’

Yusuf Kara diyar kir ku ew ê wek şêniyên Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hertim di nav tevgerê de bin û got: “Di 10’ê Cotmehê de li seranserê cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêngavek nû hat destpê kirin. Em jî wek wargeha Mexmûr ku şagirtên Rêber Apo ne emê hem çalakiya xwe ya rûniştinê bidomînin û hem jî bi meş, semîner, daxuyanî û bi gelek şêwazan çalakiyên xwe pêşbixin. Ji bo em bikarin Rêbertî bi fîzîkî azad bikin, pêwîste em hemû cure çalakî li darbixin û şev û roj di nav hewldanan de bin. Ger em wek netewa Kurd û xelkê Mexmûrê bi vê rih û kelecanê vê helwestana xwe ya berdewamî raber bikin, em ê bikarin Rêbertî di her kêliya jiyana xwe bidin jiyanî kirin. Wê demê em dikarin bibêjin em bi Rêbertî re jiyan dikin û em felsefe û paradîgmaya Rêbertiya xwe di jiyana xwe ya rojane de ji bo pêkanîna wê em di nav hewldanan de ne.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.