Wan ji 'Nobeda Wijdan û Edaletê' re amade ye!

Nobeda 'Wijdan û Edaletê' roja Sêşemê li Wanê dest pê dike. Parlamenterê HDP'yî Lezgîn Botan got, "Em bang li her kesên ku ji ber rewşa awarte mexdûr bûne dikin, ji bo piştgiriyê bidin çalakiya me."

Nobeda 'Wijdan û Edaletê' wê piştî Amed û Stenbolê li Wanê dewam bike. Nobed wê hefteya bê li Wanê bê girtin û piştre radestî Îzmîrê bê kirin.

Ji bo çalakiyê, li hemû tax û kolanên Wanê karekî berfireh heye. Parlamenterê Wanê yê HDP'yî Lezgîn Botan, ku amadekariya nobedê dike, bi rêya ANF'ê bang li gel kir.

Botan di çarçoveya lêgerîna li 'Wijdan û Edaletê' bang li gelê Wanê kir ku tevlî çalakiyê bibe.

Botan got, "Me li Amedê dest bi çalakiyê kir, li Stenbolê dewam bike û wê li Wan û Îzmîrê biqede. Ji bo em balê bikişînin ser rewşa awarte me dest bi çalakiyê kir. Êrîşên gelekî giran li partiya me tên kirin. Parlamenterên me, Hevserokên me û 5 hezar xebatkarên me niha dîl girtî ne. Qirkirineke siyasî ya giran tê kirin. Rêbazên rewşa awarte bi tundî tên bikaranîn, sivîl tên înfazkirin. Ji bo ev bêdengî biqede, me dest bi vî karî kir. li Wanê di navbera 8-14'ê Tebaxê de em ê nobedê bigirin. Em bang li gelê Wanê û yên bajarên li dora Wanê dikin ku tevlî çalakiyê bibin. Ev yek ne tenê daxwaza HDP'ê ye, lê lêgerîna wijdan û edaletê ya tevahiya civaka mexdûr e."

Botan bibîr xist, her qadên jiyanê yên bi keda gelê Kurd hatine bidestxistin, ji aliyê qeyûman ve hatine talankirin û got, "Bi çalakiya nobedê em hewl didin bibin dengê gel. Her ku em vê bikin, em ê bibînin ku ew bi hêz nînin û wê paş ve gavê bavêjin. Bi nobeda edaletê re em ê tarîtiyê bifetisînin. Pêwîste gelê me van nêzîkatiyên ne rewa mehkûm bike. Em li bendê ne ku gelê me yê li Wanê û hemû bajar û navçeyên Serhedê tevlî çalakiyê bibin. Gelê me wê xwedî li nirxên xwe derkeve. Em li benda tevlîbûneke xurt in."