Walitiya Mûsilê der barê şerê PDK’ê û Iraqê de daxuyanî da

Walitiya Mûsilê der barê şerê di navbera leşkerên Iraqê û pêşmergeyên PDK'ê yên li Mexmûrê de daxuyaniyek da û ragihand ku 6 leşkerên Iraqê birîndar bûne.

Li Çiyayê Qereçoxê yê Mexmûrê di saetên danê êvarê de di nava hêzên Iraqê û çekdarên bi ser PDK’ê de şer derketibû. Walitiya Mûsilê der barê şer de daxuyaniyek da û got: “Şer di saet 16:30’an de di navbera pêşmergeyên PDK’ê û Firqeya 14’an ya artêşa Iraqê de rû da.”

Di der barê sedemê derketina şer de jî, walitiyê eşkere kir ku hêzên PDK’ê ji leşkerên Iraqê xwestine ku ew ji wan xalên ku berê di dest hêzên HPG’ê de bûn û piştî vekişîna ji Mexmûrê artêşa Iraqê lê bicih bûne, derkevin. Lê hêzên Iraqê vê yekê redkirine, pevçûn di navbera wan de derketiye û piştre şer qewimiye.

Li gorî daxuyaniya walitiyê di encama şer de çekdarek PDK’ê hatiye kuştin û sê çekdar jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hate gotin ku 6 leşkerên Iraqê jî birîndar bûne û birîna du ji wan girane.