Walîtiyê çalakî û şahî bi deh rojan li Şirnexê qedexe kirin

Walîtiya Şirnexê, ji xeynê çalakiyên ku we dewlet li dar bixe, çalakî bi deh rojan li Şirnexê qedexe kirin.

Walîtiya Şirnexê di daxuyaniya xwe de ku îro da, ragihand ku ji xeynê çalakiyên walîtî û qeymeqamtiyan li navenda bajêr wê bi dehan xwepêşandan, meş û çalakî qedexe bin.

Walîtiyê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: ‘’Ji xeynê çalakiyên ku Walîtî û Qeymeqamtî jê re bibêjin erê û bername, cejinên fermî, rojên bibîranînê yên fermî, meresim û pîrozbahiyên fermî ku wê ev sazî li dar bixin, Xebatên sportîv ne di nav de, wê meş û xwepêşandan, meresimên birêkirin û pêşwazîkirinê yên bi komî, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vegirtina konan, kampanyayên berhevkirina îmzeyan, danîna standan, meresimên girseyî yên ji bo cenazeyan û serdana li goristanan, meresimên bibîranînê, şahî, konser, lîstîk û wd. xebatên bi her awayî yên bi deng û dîmen, firandina balon û dron û wd. ji xeynê xebatên bazirganiyê yên xwedî hiqûqa taybet û dewletî, belavkirina belavokan, daleqandina afîş û pankartan, li nava Şirnexê û navçeyên wê, di nava hemû sînorên bajêr de, roja 16’ê Îlona 2023’yan saet ji 00.01’ve ta bi roja 25’ê Îlona 2023’yan heta bi saet 23.59’an di deh rojan hatine qedexekirin.’’