‘Walitiya Şirnexê bajar dorpêç kiriye; alîkariya mirovî tê astengkirin’

Îrmez wiha got: ‘’Di referandûmê de wê hilbijartinek were kirin. Siberoja Tirkiyê di Şirnexê de veşartiye. Xwedîderketina li Şirnexê xwedîderketina li hemû gelan e. Raya giştî di vê hêlê de divê bihîstyar be.’’

Wekîla Şirnexê ya HDP’ê Aycan Îrmez  ji ANF’ê re axivî û got çûna navenda Şirnexê, ji çûna welatekî dî zehmetir e û rewşa niha ji ya salên 90’î gelek wêdetir e. Îrmez got salên 90’î evder weke ‘’Komara Cizîrê’’ dihate binavkirin. Ji ber ku polîtîkayên ewlekariyê pir zêde hene. Niha jî jê girantir in.

Îrmez bi bîr xist ku sedî 60 ê bajêr hatiye xirakirin û got,’’Ez li gel ku Şirnexî me jî weke ku qet mal li wir nebûne, weke ku hîç bîranînên min li wir çênebûne. Çi tiştê têkildarî paşerojê ye dixwazin kavil bikin, bişewitînin.’’

LEŞKERAN DEST LI MALZEMEYÊN ALÎKARIYÊ DANÎN

Îrmez diyar kir ku li Şirnexê hê jî pirsigirêka bicihbûna gel heye, hilweşîna pir zêde ye, gel hewl dide ku bi ser xw were û got: ‘’Xaniyên ji bo kirê jî peyda nabin. Dibe ku jiyana xwe ya berê nebînin lê dixwazin li ser xaka xwe bimînin. Ji bo ku têkberên wan jî hatine xespkirin li hin malan tenê merşek heye. Pêdivî nayên dabînkirin.

Alîkarî têne astengkirin. Komele hatin girtin. Em dixwazin alîkar bibin lê Walitiya Şirnexê asteng dike. Beriya bi 2 heftiyan li Kuççatiyê leşkeran dest li ser malzemeyên alîkariyê danîn. Kesê berpirs ê li wir jî hate binçavkirin. Gelek astengiyan li ber me datînin. Mixabin ev rewş me neçar dike û bêhna me teng dike. Pêşiya alîkariya însanî digirin. Di vê mijarê de me li Walî geriyan, bersiv nade telefonê me û li  me jî venagere.’’

 ‘VEGUHERÎNA BAJÊR NE DI BERJEWENDIYA GEL DE YE’

Aycan Îrmez diyar kir komîsyona tespîtkirina xisar û ziyanê xebatên xwe kêm dike û bi awayekî neheq dike, gelek tax weke qadên bi rîsk hatin ragihandin, xebatên wiha dikin ku mexdûrbûna gel nayê bersivandin û wiha domand: ‘’Bi navê ‘’Veguherîna Bajêr’ hin peymaman ji malbatan re dişînin. Li gorî vê kesên ku xwedî heq in, nikarin doza tiştekî bikin. Di peymanê de 5 tax weke taxên bi rîsk hatine diyakirin. Xebat pêşî wê ji van deran dest pê bike. Wê bi qasî qada xaniyê sedî sed û ji bo yên lê hatî zêdekirin jî sedî 50 bidin. Heke baxçe yan jî tenûrek lê hatibe zêdekirin wê ev weke xanî neyên hesibandin. Têkildarî arasê jî tiştek nayê gotin. Wê dest li ser wan deynin. Dema ku tespît hatine kirin ji ber ku ne li malên xwe bin, heftiyek tenê ji bo nerazîbûnê hatibû diyarkirin.’’

 ‘EM NIKARIN DI BER ŞAREDARIYÊ RE JÎ BIÇIN’

Îrmez diyar kir piştî ku qeyûm anîne ser şaredariyê, bînahî kirine weke qereqolan û têkildarî mexdûrbûna dikandaran jî got, ‘’Dikandar beriya ku dikana xwe ve veke, bi hin ferzkirina ruhsatê ji wan dixwazin. Van mirovan jixwe bi mehan kar nekirin. Li ber girtinê ne’

Îrmez diyar kir ku qeyûm ji hêla gel ve nayê nasîn û got, ‘em êdî nikarin bikevin şaredariyê, em nikarin di ber re jî derbas bibein. Bînahiya şaredariyê ziyan dîtibû niha li Îdareya Taybet e. Li vê qadê kolana şên nayê bi kar anîn ji berk u qeyûm li wê bînahiyê ye. Bi rehetî hûn nikarin bikevin bînahiyan.’’

 ‘NIHA DORA ME YE’

Aycan Îrmez diyar kir ku divê her kes biçe Şirnexê bibîne û got: ‘’Divê werin barbariya ku hatî jiyîn bibînin. Divê mirov guhê xwe bide gel. Divê lê xwedîderketin çêbibe, destek berdewam bin û dorpêç rabe. Şerê herî giran a li herêmê Şirnex jiya. Xaka xwe bernedan û li ber xwe dan. Niha êdî dora me ye, divê em destekê bidin.’’

‘SIBEROJA TIRKIYÊ DI ŞIRNEXÊ DE VEŞARTIYE’

Îrmez diyar kir, ‘kesên ku dixwazin siberoja Tirkiyê bibînin bila werin Şirnexê bibînin’’ û got, ji bo kesên ku di mehên pêş de wê referandûmê bikin jî got bila werin li Şirnexê binerin. Îrmez gotinên xwe wiha qedand, ‘’Siberoja Tirkiyê di Şirnexê de veşartiye. Xwedîderketina li Şirnexê xwedîderketina li hemû gelan e. Raya giştî di vê mijarê de divê baldar be.’’