Walîtî: Qetilkirina Derelî li gorî mevzûatê ye!

Walîtiya Colemêrgê piştî ku Şeralî Derelî ji aliyê leşkerên Tirk ve hate qetilkirin 5 roj şûnde daxuyanî da û diyar kir ku ‘Li gorî mevzûatê’ ye.

Li gundê Awyan ê Bajêrgana Colemêrgê Şeralî Derelî di 29’ê Cotmehê de 50 metre li pêşiya mala xwe ji aliyê leşkerên Tirk ve hatibû kuştin. Piştî 5 rojan walîtiya Colemêrgê daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniya walîtiyê ‘Ji ber ku li gorî fermana raweste tevnegeriyaye, ji ber tarîtiya şevê xwestiye bireve, hêzên me yên ewlekariyê mudaxele kiriye.’

‘BAVÊ MIN BI AWAYEKÎ HOVANE QETIL KIRIN’

Sûltan Alî Derelî yê ku kurê Şeralî Derelî ye got ku “50 metre hebû yan tunebû. Bavê min her carê diçe wir, hespên xwe yên girêdayî dixe axur. Wê rojê dîsa saet di 18.00’an de diçe hespan têxe axur. Leşker guleyan li wan direşînin. Ev hovîtî ye.”

Derelî diyar kiribû piştî bûyerê xwestibû ew û dêya xwe biçin cihê ku bavê wî lê hatiye qetilkirin lê leşkeran destûr nedane.