Topkan: AKP’ê dema dît ku têk diçe, dest bi şer kir

Serokê Şaxa SES’ê ya Êlihê Denîz Topkan bal kişand ser êrîşên AKP’ê yên li ser têkoşerên kedê û got "AKP’ê dema dît ku têk diçe, dest bi konsepta şer kir."

Di vê pêvajoyê de ku AKP faşîzma xwe didomîne Serokê Şaxa SES’ê ya Êlihê Denîz Topkan li ser têkoşîna wan a sendîkayê ji ANF’ê re axivî…

Topkan diyar kir ku AKP ji ber tirsa têkçûnê ji xwe re senaryo ava kir û zextên xwe zêde kiriye û got, "AKP’ê dît ku têk diçe ji xwe re konsepteke nû ya şer ava kir. 15’ê Tîrmehê jî bû hincet. Piştî wê jî dest bi tasfiyekirina mûxalefetê kir."

Topkan axaftina xwe wisa domand "Sendîkaya me bi salan e ji ber têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê zext li ser wê hene. Li Batmanê 85 endamên KESK’ê hatin îxrackirin ji van 21 kes jî hevalên me yên SES’ê ne. Dema em li profîla van hevalên xwe dinihêrin, van hevalên me di sendîkayê re rêveberî û seroktî kirine. Bi vê îxrackirina hevalên me re dixwazin çavên me bitirsînin.

Di heman demê de belkî serdem diguherin lê 100 sal in bi polîtîkayên asîmîlasyonê dixwazin qirkirinê bikin. Bajarên me yên mîna Cizîr, Sûr û Nisêbînê hatin bomberdûmankirin, bi hezaran kes avêtin girtîgehan û ji kar avêtin. Lê em jî li hemberî wan têkoşîna xwe didomînin û em ê bidomînin."

Topkan di dawiya axaftina xwe de jî got, "Li Êlihê nêzî 1200 endamên me yên SES’ê hene. Di warê sendîkayê de me li hemberî êrîşên desthilatdariyê bi paş ve gav neavêt û em ê neavêjin jî. Em diyar dikin ku em ê wekî her demê têkoşîna xwe bidomînin."