‘Vegerin ser axa xwe, xwedî li axa xwe derkevin’

Welatiyê Êzidî Sehan Îto qala gundê û kaniyên Şengalê kir û daxwaz ji xelê Êzidî kir ku vegerin ser cih û warên xwe, xwedî li axa xwe derkevin.

Şengal cihê warê Êzidiyan ku kevnar e. Gelek caran bi tınekirinan re berxwedanî kirine. Herî dawî çeteyên DAÎŞ’ê fermana 74’an a li ser civaka Êzidî pêk hatibû. Civaka Êzidî ku di dema fermanê de axa xwe bernadan, dîsa li ser axa dijîn ku behsa cihê xwe yên kevnar dikin.

Welatiyê Êzidî Serhan Îto ku ji yek ji wana ye ku di gundê Kersê dijî behsa gundê Kersê ya Şengalê kir.

‘SED SAL ZÊDETIRE GUNDÊ KESRÊ HATIYE AVAKIRIN’

Sehan Îto li ser gundê Kesrê û kaniya Kesrê vê dibêje: “Gundê Kersê ji mêj ve ava bûye, zêdetirî 100 sale gundê Kersê ava biye. Berê herî zêde eşîra Eldaxiya têde bûn. Niha jî herî zêde eşîra Feqîra li wî gundê Kesrê dimîni.”

‘KANIYÊN BI FERMANÊ RE ZUAH BÛBÛN, NIHA DÎSA BI AVÎ BÛNE’

Îto qala kaniyên li şengalê kir û diyar kir ku berî fermanê kaniyên li Şengalê gelek bûn, lê piştî fermanê ango niha piraniya kaniyan hatine girtin. Îto bi domdarî got: “Berî fermanê av li Şengalê pir baş bû.Berî 50 salî digotin gelek kanî li ser axa şangalê hebû. Her wiha ti demê digotin li Şengalê mirov têhnî nedibûn, ji ber ku ewqas kanî lê pir bûn. Kaniyên mîna Pîrexanê, Dedûş heta Kaniya Solax ên pir kevin bûn. Dema fermanê ku gelek kanî hatibûn girtin, bi barîna baranê re hinek ji wan dîsa av jê tên.

‘VEGERIN SER AXA XWE, XWEDÎ LI AXA XWE DERKEVIN’

Sehan Îto bal kişand ser xwedîderketina li Şengalê û vegera welatiyan û got: “Welatiyên me yên rû bi rûyê fermanê hatine daxwaza me ew e ku vegerin ser axa xwe. Bila xwedî li ax û warên xwe derkevin. Em kaniyên girtî vekirine û bila werin ser cih û warên xwe.”