Vedat Aydin li ser gora xwe hate bîranîn

Parlamenterên HDP'ê yên Amedê, rêveber û hevşaredarên bajêr gora Vedat Aydin ziyaret kirin ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin.

Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin li ser gora xwe ya li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê hate bîranîn. Parlamenterên HDP'ê, rêveber û hevşaredarên bajêr serdana gora Aydin kirin ku 5'ê Tîrmeha 1991'an ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve piştî hate revandin hate qetilkirin. HDP'î, malbata Aydin, rêveberên Komeleya Piştevaniyê bi Kesên Xizmên xwe winda kirine (MEBYA-DER) û siyasetmedarên Kurd serdana gora Vedat Aydin kirin.

Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik di dema serdanê de axivî û got, "Çawa ku me doh gotin em aştiyê dixwazin, çawa ku me got em biratiyê dixwazin, îro jî divê em ji bo aştiyê têbikoşin. Paşeroja me wê bi vî rengî ronî bibe. Yên ku di vê oxirê de canê xwe feda kirin, xwestin ku mîna gelan gelê Kurd jî azad be. Xwestin Kurd bi rengekî bi rûmet bijîn. Ji bo armancên wan, ji bo pêkanîna xeyalên wan divê em bixebitin."

Kekê Aydin Veysî Aydin jî got, "Em dixwazin êdî kes neyê kuştin, xwîn neyê rijandin. Em dixwazin bi rengê aştiyane çareserî pêk were. Ev yek daxwazeke însanî ye."

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli jî bal kişand ser banga Ocalan a hevdîtina dawî û got, "Beriya her tiştî pêwîstî bi diyalog û hevdîtinan heye. Pêwîstî bi zimanê çareseriyê heye. Divê bi xemsarî nêzî vê banga mezin nebin. Ev banga aştiyê destpêka rêya ber bi rastiyê ve ye. Divê gavên hevpar di vê çarçoveyê de bên avêtin."

Girseya gel piştî axaftinan qûrnefîl danî ser gora Aydin.