Vedat Aydin li ser gora xwe hate bibîranîn

Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin, di salvegera 26'emîn a qetilbûnê de li ser gora xwe ya li Goristana Deriyê Mêrdînê hate bibîranîn.

Rêxistina Bajêr a HDP'ê, Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin bibîranî, ku di 5’ê Tîrmeha 1991’ê de li mala xwe hatibû binçavkirin û piştî ku bi îşkenceyê hatibû qetilkirin cenazeyê wî piştî 2 rojan li navçeya Maden a bi ser Elezîzê hatibû dîtin.

Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Sîbel Yîgîtalp û Ziya Pîr beşdarî bibîranînê bûn. Ziya Pîr piştî rêzgirtinê axivî û got, "Em gelekî bextewar in ku, em li ser têkoşîna hevrê Vedat Aydin in. Em ê têkoşîna wî geştir bikin. Di salên 1990’î de dewletê di şexsê Vedat Aydin de înfaz dabû destpêkirin îro jî siyasetmedarên Kurd digire û diavêje girtîgehê. Doza Kurdan bi qetilkirin û binçavkirinê çareser nabe."

Piştî axaftinan qurnefîlên sor danîn ser gora Aydin.