Vê carê jî êrîşî Şehîdgeya Pirsûsê kirin

Hêzên dewleta Tirk ên ku piştî êrîşî gora yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, peykerên Ehemedê Xanî û Ûgûr Kaymaz kirin û şûnde, ketin nava hewldana texrîbkirina gorên şehîdên li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedana kirine.

Li ser bersiva ‘Ez nikarin’ a operastorê kepçteya leşkerî ya ji bo texrîbkirina Şehîdgeha Pirsûsê da polîsan, ji herêmê dûr ket.

Li navçeya Pirsûs a Rihayê leşker û polîsan saet di 09.00'an de bi 4 wesayîtên zirxî yên leşkeran û 5 wesayîtên zirxî yên polîsan çûn ser gora "Şehîtgeha Kobanê" û goristan dorpêç kirin. Leşker û polisan kepçe û operatorê kepçeyê jî bi xwe re birin û xwestin goristanê xera bike. Polîsan fermana "Xera bike" da operator. Operatorê kepçeyê jî got "Ez vî tiştî nikarim bikim û bertek nîşanî polîsan da.

Li ser zexta polîsan operatorê kepçeyê tevî kepçeyê ji ser goristanê vegeriya û destûr neda goristanê xera bikin. Piştre polîs û leşkeran navên şervanên Kobanê yên li ser kêlên goran hatine nivîsandin bi boyaxê yek bi yek jê bir û li şûna wan hejmar danî. Hemû amblemên ku navê YPG, YPJ lê hebûn jî tev bi boyaxê jê birin.

Di bûyerê de ewlekarê goristanê yê cenazeyê neviyê wî jî di goristanê de ye ji heremê dûr xistin.