Dîmenê wesayita leşkerî ya li Tendurekê hate rûxandin

Gerîla TV dîmenê wesayita leşkerî ya ku 10'ê Gulanê li çiyayê Tendurekê ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hate rûxandin, weşand.

Di dîmenê Gerîla TV de tê dîtin, wesayita leşkerî ya bi tîpa Reo, ku serdarek (bînbaşi) û leşker tê de bûn, tê îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser dîmenê hate weşandin ev agahî da:

"Roja 10'ê Gulanê saet di 12:00 de li herêma Tendurekê ya Agirî, li cihekî di navbera qereqola Gulizerkê û Tepê Zorava de, hêzên me yên YJA Starê li dijî wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de serdarekî artêşa Tirk (bînbaşi) ku operasyona Tendurekê bi rê ve dibir, hatiye kuştin."