BI DÎMEN

Vaye dîmenê operasyona şoreşgerî ya li Zapê

Gerîla TV dîmenê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet weşand, ku 12'ê Çileya 2024'an li Zapê hate kirin.

Gerîla TV dîmenekî ji 6:30 deqeyî yê operasyona şoreşgerî weşand. Tê texmînkirin ku dîmenên hîn berfireh wê rojên bê werin weşandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihandibû ku di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêreluk de ya li Zapê herî kêm 61 dagirker hatin cezakirin û gerîla çûn ser 20 cenazeyên leşkeran.

Di vê operasyonê de 4 dagirker birîndar bûn, bi dehan çek û malzemeyên leşkerî hatin desteserkirin û çekên mayî jî hatin şewitandin û îmhakirin.

Di dîmen de tê dîtin bê gerîla çawa dikevin nava çeperên dagirkeran û agir bi çeperan dikevin. Her wiha diyaloga gerîla jî di dîmen de tê bihîstin. Di dîmen de malzemeyên leşkerî yên hatin desteserkirin jî bal kişandin.