Unat: Em bi rengekî xurt xwe tevlî kampanyaya malbatên destbira bikin

Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Zeynep Unat xwest ku her kes xwe tevlî kampanyaya malbatên destbira bike.

Dewleta Tirk a dagirker di navbera 16’ê Adar û 14’ê Mijdara 2016^’an de, di dema qedexeya derketina derve de li 7 taxên Şirnexê bi hezaran xanî xira kirin.

Bi deh hezaran şêniyên Şirnexê yên Mexdûr jiyana xwe ya li bajêr di nav şert û mercên dijwar de didomînin.

Bi mebesta piştevaniya li gelê Şirnexê bi kampanyaya ‘Destûbiratiya bi 1000 malbatî re’ ya ku bi pêşengiya Heyva Sor a Kurdistanê destpê kiribû saleke dî hate dirêjkirin. Hevseroka HDP’ê ya Bajêr a Şirnexê Zeynep Unat bal kişande ser kampanyayê û got divê zêdetir malbat werin destekkirin û xwest ku her kes xwe tevlî nav kampanyayê bike. Unat diyar kir ku bi hatine zivistanê re şert dijwar dibin û gel zêdetir mexdûr dibe. Unat got, ‘’malên mirovan bi ser serê wan de hatin hilweşandin. Lê dev ji şûnwarê xwe berneda. Gel şepirze ye lê dev ji bajarê xwe bernade.’’

Unat diyar kir ku bi kampanyayê ji gelek malbatan re bûne alîkar lê malbatên ku mexdûr in zêdetir in û got, ‘’Ên ku kampanyayê bi rê ve dibin em malavayiyê li wan dikin. Em dixwazin gelê me di vê mijarê de zêdetir hesas be. Ji ber ku malbatên me yên mexdûr zêdetir in.’’

Unat bal kişande ser şertên dijwar ên zivistanê û got li van deran şertên zivistanê giran in û bang li gel kir ku zêdetir bihîstyar bin.

Nûçeya Kampanyaya alîkariyê ya Heyva Sor a Kurdistanê  li jêre;