Ûca: Li Xirabê Bava dorpêç û zext didomin; me agahiyeke zelal wernegirtine
Wekîla HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca diyar kir ku li gundê Xirabê Bava terora dewletê didome û got, ji ber dorpêçê wan agahiyên zelal ji gund wernegirtine.
Wekîla HDP’ê ya Amedê Feleknas Ûca diyar kir ku li gundê Xirabê Bava terora dewletê didome û got, ji ber dorpêçê wan agahiyên zelal ji gund wernegirtine.
Têkildarî gundê Xirabê Bava yê Nisêbînê ku bi rojane hêzên dewletê ew dorpêç kiriye û êrîşê dibe ser, wekîla HDP’ê Feleknas Ûca got, "Li gund hê jî mirov di malên xwe de hepskirî ne, dorpêç berdewam e, çûnûhatina gund qedexe ye û li hundir çi dibe em pê nizanin."
11'ê Sibatê li Nisêbînê, Omerya û Artûklû li 9 gundan 'qedexeya derketina derve' dest pê kiribû û piştî bi rojekê hatibû rakirin, lê li gundê Xirabê Bava yê Nisêbînê dorpêçê berdewam kir. Hêzên dewletê 3 kes înfaz kirin, mal hilweşandin û şewitandin û gelek gundî binçav kirin. Hêzên dewletê çûnûhatina gund qedexe kirin, girêdana telefon û înternetê birîn, bi bombeyên xazê êrîş bire ser gund û nehişt kesên ku birîndar bûne bibin nexweşxanê.
'DORPÊÇ DIDOME, GUNDÎ HÊ JÎ NIKARIN JI MALÊN XWE DERKEVIN'
Ûca hovîtiya dewletê ji ANF’ê re got û diyar kir, gundî nikarin ji malên xwe derkevin. Ûca got, "Li gel ku qedexeya derketina derve rabûye hê jî li gund berdewam dike. Mirov nikarin werin ber pencereyên xwe jî. Ji nexweşan hiştin ku tenê çend kes biçin nexweşxaneyê. Gelek nexweş li bendê ne ku wan rakin nexweşxaneyê. Ajal di koxan de mirine, agir berdana gelek malan, gelek mal hatine hilweşandin."
'ÇI TÊ VEŞARTIN?'
Ûca diyar kir, niha li gel ku li gund şer nîn e û operasyon nîn e jî hêzên dewletê qedexeyê didomînin û armanc jî ew e ku dixwazin şopên hovîtiyê yên li gund ji holê rakin. Ûca wiha dewam kir: "Niha ji gund ti agahiyên zelal em nikarin bistînin; têkildarî 3 kesên ku hatine înfazkirin me ti agahiyeke zelal bi dest nexistine. Nahêlin ku şandeya me biçe gund."