Uca: Gelê Kurd wê hesabê kavilkirinê di referandûmê de bipirse

Wekîla HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca têkildarî referandûmê ku wê rejîma dîktatoriyê were dengdan ji ANF’ê re axivî…

Wekîla HDP’ê ya Amedê Uca diyar kir gelê Sûrê tercîha xwe kiriye û hesabê kavilkirinê wê di referandûmê de bipirse. Uca diyar kir ku di mijara referandûmê de gel ji siyasetmedaran jî bi biryartir e û wiha got: ‘’Di nav gel de cara pêşî ye ku helwesteke ev çend zelal heye. Ev helwest ji helwesta 7’ê Hezîranê jî û ji ya 1’ê Mijdarê jî zelaltir e.’’

Uca diyar kir li Sûrê hê jî li 4 çar taxan qedexeya derketina derve berdewam dike û got, ‘em weke wekîlan jî nikarin têkevin van taxan. Em nizanin li wir çi dibe’’ Uca diyar kir ku ciwanekî bi navê Hakan Aslan ev salek e cenazeyê wî nehatiye dîtin û ji ber vê jî malbat nikare tazîyê jî deyne. Uca diyar kir, ew ê di rewşeke wiha de ku ne tenê li Sûrê, li Cizîr, Şirnex, Nisêbînê bi sedan cenazeyên winda hene û bajar kavil bûne wê biçin referandûmê.‘

‘DIVÊ MIROV HAY JI DEK Û DOLABAN HEBE’

Uca diyar kir ji ber ku adrêsa bi hezaran malbatên ku koç kirine nayê zanîn ev ê di 16’ê Nîsanê de bibe pirsgirêkek mezin, Uca bal kişande ser talokeya dek û dolaban; bi bîr xist ku li Êlihê dema ku malbatekê qeyda xwe ya hilbêriyê kontrol kiririye li ser qeyda wan hine Sûriyeyî derketine û hikûmet ji bo ku ‘erê’ derdkeve dikare Sûriyeyiyan bi kar bîne. Uca got, ‘li Sûrê dibistaneke ku deng lê werin bikaranîn jî nemaye. Ne diyar e bê ka gel wê li kûderê dengê xwe bi kar bîne’’ Uca got li gel van hemû pirsgirêkan jî ew ê bi gel re civînan bikin, komîsyonan ava bikin.

 ‘HELWESTA GEL PIR ZELAL ‘

Uca diyar kir Şaredariya Sûrê ya ku hatî desteserkirin ji niha ve ji bo ‘erê’ kampanya daye destpêkirin û got, gelê Sûrê ji mêj ve tercîha xwe kiriye, wê hesabê hilweşandinê di referandûmê de bipirse, di vê mijarê de ji siyasetmedarên Kurd jî zelaltir e, ‘Ev helwest ji helwesta hilbijartina 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê jî wêdetir e. Li Amedê çi kesê ku em lê rast hatine gotiye ku di referandûmê de ew ê hesabê hilweşînê bipirsin û dixwazin kampanyaya ‘na’ li şûna siyasetmedaran bipirsin. Ev morelekî mezin dide me’’   

 ‘AN KOLEDARÎ AN JÎ JIYANEKE RÛMETDAR ‘

Uca diyar kir referandûm ji bo gelên Tirkiyê xwedî girîngiyeke mezin e û wiha domand: ‘’Di vê referandûmê de gelên Tirkiyê wê çarenûsa xwe diyar bikin. An wê koledariyê yan jî jiyaneke birûmet tercîh bikin. Uca diyar kir ku ew ê li dijî yekparêziya ku tê ferzkirin mal bi mal, derî bi derî bigerin û got: ‘’Ev referandûmê ne  referandûmeke jirêzê û normal e; ev referandûm ji bo statûya Kurd, ji bo azadiya hemû gel û baweriyên ku li Tirkiyê dijîn wê bibe bersiv. Em ê bibêjin ‘na’ û bi ser bikevin.’’