Li Stenbolê di dema protestokirina qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de 12 rojnamevan bi êşkenceyê hatin binçavkirin û 7 ji wan bi awayekî derqanûnî hatin girtin. Rojnamevanên hatin binçavkirin bi hinceta ‘’propagandaya rêxistinê’’ hatin girtin. Sarya Tûnç a xwişka Rojnamevan Hayrî Tûnç ê ku di protestokirina qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn de bi êşkenceyê hate binçavkirin ji ANF’ê re axivî. Sarya Tûnç diyar kir ku ew bi birayê xwe û hevalên wî yên xwedî li hevpîşeyên xwe derketine serbilind e û got: ‘’Tiştekî gelekî normal e ku birayê min û hevalên wî xwedî li hevpîşeyên xwe derketine. Li vir tişta nenormal qetilkirina du rojnamevanan e.’’
‘BIRAYÊ MIN Û HEVALÊN WÎ XWEDÎ LI HEVPÎŞEYÊN XWE DERKETINE’
Sarya Tûnç da zanîn ku ew li hemberî binçavkirina birayê xwe gelekî matmayî û hêrs bûye û ev yek anîn ziman: ‘’Birayêmin û hevalên wî tişta hewce kirine. Tu kes nikare li hemberî qetilkirina hevpîşeyên xwe bêdeng bimîne. Tişta nenormal bêdengbûn e. Birayê min hevalên wî xwedî li rojnamevanên hatine qetilkirin, derketin. Herçend ez li hemberî binçavkirina wan aciz bûme jî ji ber ku tişta hewce kirine ez bi birayê xwe û hevalên wî serbilind im.’’
‘BÊHIQÛQIYEKE WISA YE KU GIRTÎGEHAN JÎ NEXWESTIYE BISTÎNIN!’
Tûnç di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girtina 7 rojnamevanan ya derqanûnî û got: ‘’Ev yek zulmeke mezin e. Bêqihûqiyeke wisa heye ku tu girtîgehan nexwestiye birayê min û hevalên wî bistîne. Ji ber ku rojnamevan in Girtîgeha Metrîsê nexwestiye wan bistîne, Girtîgeha Marmarayê jî bi zora polîsan neçar maye ku wan bistîne. Edî hemû kes baş dizane ku ev girtin ne bi hiqûqî bi fermanan tên kirin. Hemû endamên malbata me derveyî welat in. Ji ber vê yekê jî tu kes nîne ku biçe seredana Hayrî. Em hemû endamên malbatê ji ber zexta dewletê ji cih û warê xwe bûn. Bavê min Azîz Tûnç jî gelek caran hate hedefgirtin, bi sermalên me de digirtin û bavê min hate girtin; a niha jî birayê min ji ber ku rojnamevan e hadef hatiye girtin. Em weke endamên malbatê niha neçar mane ku li welatên cuda bijîn. Weke malbatî em ji hev belav bûn. Niha jî birayê min hatiye girtin.’’
‘BI NÎŞANNEDANA NERAZÎBÛNÊN HEWCE ZULM TÊ NORMALÎZEKIRIN’
Tûnç di dewama axaftina xwe de anî ziman ku li hemberî rojnamevanan bêtehemûliyeke sistematîk heye û da zanîn ku nerazîbûnên rêxistinên çapemeniyê yên li hemberî vê yekê gelekî kêm in û got: ‘’Berteknîşannedana rêxistinên çapemeniyê vê bêhiqûqiyê normalîze dike. Bi taybetî jî rêxistinên çaoemeniyê yên li Tirkiyeyê di vê mijarê de gelekî pasîf in. Divê li hemberî zext û zilma li ser rojnamevanan bêdeng nemînin. Lê belê bi nîşannedana nerazîbûnên hewce ev zext û zilm tê normalîzekirin.’’
BANGA XWEDÎDERKETINÊ
Tûnç di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku birayê wê Hayrî Tûnç ji bo ku li hemberî van bêhiqûqiyan derkeve, bûye rojnamevan û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Divê tavilê birayê min û hevalên wî werin berdan. Tiştekî gelekî normal e ku birayê min û hevalên wî xwedî li hevpîşeyên xwe derketine. Li vir tişta nenormal qetilkirina du rojnamevanan e. Girêdayî van yekan ez bang li hemû kesan dikim ku li hemberî vê neheqî û bêhiqûqiyê bêdeng nemînin.’’