Ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan hate kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo careke din serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo careke din serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk û Mazlûm Dînç ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin.
Parêzerên ku serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan, her wiha xwestin girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî bibînin.