Milîsên Sînan Dersim ên HBDH’ê li Îzmîrê çalakiya çekdarî kirin
Milîsên Sînan Dersim ên HBDH’ê ragihandin ku wan li dijî êrîşên li ser Rojava, li navçeya Menemen a Îzmîrê li dijî polîsan çalakiya çekdarî kirin.
Milîsên Sînan Dersim ên HBDH’ê ragihandin ku wan li dijî êrîşên li ser Rojava, li navçeya Menemen a Îzmîrê li dijî polîsan çalakiya çekdarî kirin.
Milîsên Sînan Dersim ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ragihandin ku wan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, li navçeya Menemen a Îzmîrê li dijî polîsan çalakiya çekdarî kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Milîsên Sînan Dersim ên HBDH’ê ve hatî dayîn de, hate diyarkirin ku ‘Polîsên Yunus’ ên li kolana 2226. a Cadeya Fevzî Çakmak dewriye digeriyan, hatin hedefgirtin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama çalakiyê de polîsek birîndar bû.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hemû hêzên girêdayî dewletê yên ku gel mehkûmî xizaniyê dikin û Kurdistanê bombe dikin, wê bibin hedef û banga xwedî derketina li Rojava hate kirin.