Tulay Hatîmogûllari: Niha dema rêxistinbûnê ye

Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku jin dikarin şer û êrîşên dagirkeriyê rawestînin û got, "Niha dema hevgirtin, rêxistinbûn û pêşde çûyînê ye. Em ê derî bi derî, kuçe bi kuçe, tax bi tax bi rêxistin bibin."

Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civiya. Gelek jin beşdarî civînê bûn. Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari beriya civînê der barê bûyerên heyî de daxuyanî da. Hatîmogûllari spasiya kesên beşdarî kongreya mezin a ku beriya demekê hat lidarxistin û hemû siyasetmedarên jin ên di serdema berê de wezîfedar bûn, kir.

ŞER Û ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser têkoşîna jinên ku di dîrokên cuda de hatin qetilkirin û yên niha di girtîgehê de li ber xwe didin û wiha got: “Dema ku me amadekariyên kongreya xwe dikir û kongreya xwe lidar dixist, mixabin dagirkeriya Îsraîlê ya li ser Filistînê derketiye qonaxeke din û şer gihîştiye qonaxek cuda.”

Tulay Hatîmogûllari da xuyakirin ku ji ber êrîşa Îsraîlê 2 mîlyon mirov li herêmeke teng têkoşîna jiyanê didin û got, "Êrîşên li ser Gazzeyê nayên qebûlkirin. Di vî şerî de ruh û bedena jinan parçe parçe dibe. Di rastiyê de me hemûyan dît ku bedena jinê çawa tê teşhîrkirin û di vî şerî de siyaseteke çawa tê meşandin. Mixabin di dîrokê de tecawiza sîstematîk a li ser bedena jinan di şer de weke rêbaz hatiye bikaranîn."

Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku dema êrîşên li ser Gazzeyê destpêkirin, di heman demê de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hate bombekirin û wiha domand, "Li Rojava santralên ceyranê, nexweşxane, îstasyonên sotemeniyê, dibistan û hemû qadên sivîlan dihatin bombekirin. Di van êrîşan de 5 milyon mirov bûn hedef.

Îsraîl dixwaze Filistîniyên li Gazzeyê, eger Misir wan qebûl neke, berê wan bide çola Necefê. Dewleta Tirkiyeyê jî li Efrînê heman tişt kir. Li Efrînê operasyona bejahî pêk anî, gelê Kurd û gelên din ên li Efrînê ji Efrînê derxistin û li ser guhertina demografî ya mezin xebitî. Niha dixwazin vê projeyê li tevahiya Rojava bimeşînin, ne pêkan e ku em vê yekê qebûl bikin. Du birînên sereke yên Rojhilata Navîn hene, yek pirsgirêka Kurd û ya din jî pirsgirêka Filistînê ye. Heta ku ev her du pirsgirêk li ser bingeha demokratîk a li derveyî feraseta netewe dewletê çareser nebin, heta ku bi rêveberiyeke konfederal a demokratîk çareser nebin, mixabin ne pêkane ku herêm bêhnê bistîne.

Divê Îsraîl bi lezgînî êrîşên xwe yên li ser Filistînê rawestîne. Divê demildest êrîşên li ser xaka Rojava yên bi fermana desthilatdariya Tirkiyeyê destpêkirine, bên rawestandin. Divê hemû hêzên çekdar ên Tirkiyeyê demildest ji Sûriyê vekişin. Divê em mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd bi taybetî jî li Tirkiyeyê bi rêbazên aştiyane û demokratîk bibînin û pêvajoyeke wisa ava bikin ku gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê di nava aştiyê, dadperwerî, wekhevî û biratî de ku ev bi destûra bingehîn were garantîkirin bijîn. Werin em hemû bi hev re zêdetir li kêleka gelê Kurd û gelê stembar ê Filistînê bisekinin.

'JIN DIKARIN ÊRÎŞAN RAWESTÎNIN'

Banga me ya herî bingehîn ji bo jinên hemû cîhanê bi taybetî jî jinên Rojhilata Navîn; Em dikarin bi hev re, bi derbaskirina sînoran, xurtkirina hevgirtinê û şopandina xeta enternasyonalîst tevgereke aştiyê ava bikin. Pêdiviya hemû cîhanê bi taybetî jî Rojhilata Navîn bi lezgînî bi vê yekê heye. Em jin bi hevgirtin û têkoşînê dikarin li hember xwîna ku dirije bisekinin.

'DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE'

Birêz Abdullah Ocalan zêdetirî 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîdê de ye. Ev 32 meh in jî ne malbat ne jî parêzer dikarin pê re hevdîtinê bikin. Ev rewş, di tu rejîmên otorîter ên cîhanê de nehatiye dîtin. Dixwazim careke din balê bikişînim ser girîngiya fikrên birêz Ocalan ên di çareserkirina pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên gelên herêmê de. Di serî de pirsgirêka Kurd, ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelan divê demek beriya demekê tecrîda li ser birêz Ocalan bê bidawîkirin û ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Di serî de gelê Kurd, ev daxwaz daxwaza hemû gelên herêmê ye. Em jinên Tirkiyeyî û tevgera jinên Kurd divê bi destên hev bigirin û têkoşîna aştiyê mezintir bikin.

Desthilatdariya Tirkiyeyê felaketên ji şer mezintir li ser jinan didomîne. Wan dev ji Peymana Stenbolê ya ku temînata jiyana jinan dide û di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de pir girîng e, berda. Prensîba hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev weke sûc dîtin û li ser vîna jinan qeyûm tayîn kirin. Ev rejîma otorîter û faşîst ku ji bo avakirina hegemonyaya xwe ya çandî û îdeolojîk gav diavêje, bi taybetî jî piştî hilbijartinên Gulanê di mudaxeleya jiyana rojane ya jinan de gav paşde navêje. Destwerdana şêwazên jiyana jinan, cil û bergên wan û wê çend zarokan çêbikin tê kirin. Mîna ku Hîtler li Elmanyayê kir îro ev rejîm li vir heman tiştî dike.

KOMKUJIYA JINAN

Tenê di nava 9 mehên sala 2023’yan de 323 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin. Êşa krîza aborî ya li welêt herî zêde em jin dikişînin. Hesaba beroşa li malê dikele ji me tê pirsîn. Weke ku krîza aborî, xizanî û birçitî bes neke, îcar jî rastî tundiya nava malê tên. Eger em nekarin xwe xwedî bikin û cihê hewana me nebe, sedema vê ev rejîm, ev pergale ye. 

Niha dem dema piştevanî û xwebirêxistinkirinê ye. Di serî de jin, em ê derî bi derî, kolan bi kolan, tax bi tax xwe birêxistin bikin. Li dijî zîhniyeta dibêje ‘herin malê tenê xwarin û zarokan çêkin’, em ê bi xurtkirina rêxistiniya xwe ya herêmî bersivê bidin. Ez bawerim ku em ê vê bikin.” 

Piştî axaftina Hatîmogûllari, civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.