TUAY-DER: Li Girtîgehan hîjyen nîne

TUAY-DER'ê bal kişand ser vîrûsa koronayê û hişyarî da ku li girtîgehan paqijî nîne.

Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî re ya Amedê (TUAY-DER) têkildarî gefên vîrûsa koronayê ya li Girtîgeh Tîpa F a Bolûyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gefa vîrûsê ya li ser girtîgehan dewam dike û malbatan li ser rewşa li Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê agahî dane wan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, pîvanên hîjyenê bi cih nehatiye anîn û odeyên girtîgehê tenê carekê hatiye dezenfektekirin.

Di daxuyaniyê de bi navê komeleya malbatên girtiyan bang li Serokkomar, Wezareta Edaletê û partiyên siyasî yên li meclîsê hate kirin ku di vê pêvajoya zehmet de cihêkarî di navbera girtiyan de neyê kirin û qanûnek ji bo hemû girtiyan bê amadekirin.