TŞYG: Em berxwedana yekbûyî berz bikin û faşîzmê têk bibin!

Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan bang kir zêdetir têkoşîn were dayin û rêxistinbûn were kirin. Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku li dijî faşîzmê her kes li dor NA’yê bicive.

Tevgera Şoreşa Yekbûyî a Gelan (TŞYG) ji bo salvgera pêşî ya avabûna xwe daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de bang li gelên Kurdistan, Tirkiyê û Herêmê hate kirin ku têkoşîna azadî, wekheviyê were geşkirin, li dijî emperyalîzm, kapîtalîzmê û her cure paşverûtiyê şerê şoreşger were geşkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin li cografaya Rojhilata Navîn ji ber sedema şerê emperyal û dewletên paşverû yên herêmê bûye gola xwîne, ew xwedî li Şoreşa Rojava derdikev ku hêviyek e, weke tîrêj diçirise û di heman demê de şoreşa jinê ye û bi berdewamî hate diyarkirin ku ew hewl didin ronkahiya Şoreşa Rojava li Sûriyê, Iraqê, Tirkiyê û hemû qadan berbelav bikin.

JI BO OCALAN Û HEMÛ GIRTIYAN SOZA TÊKOŞÎNÊ

TŞYG’ê di daxuyaniya xwe de got ew soz didin ku ew di serî de Imralî li dijî tecrîd û zexta li  girtîgehan bisekinin û di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê ji bo azadiya girtiyan têkoşînê geş û gur bikin.

ZÊDETIR TÊKOŞÎN Û RÊXISTINBÛN

TŞYG’ê bal kişande ser referandûmê û got, ‘’AKP û serekê wê Erdogan ji bo rejîma xwe ya faşîst a paşverû xurt bikin niha jî bi rêya referandûmê dixwazin ku dîktatoriyê bi gel bidin pejirandin. Çi kesê ku li dijî van polîtîkayan derdikevin digirin, êşkence li wan dikin. Bi hêzên xwe yên resmî û ne resmî bi hêmanên sivîl ên faşîst kesen ku dibêjin ‘na’ tehdît dikin. Em weke TŞYG’ê diyar dikin ku em ê planên gemarî yên rêveberiya AKP’ê û Erdogan pûç bikin, li dijî êrîşên bi ser kesên ku dibêjin ‘na’ em ê rawestin.’’