'Tovên berxwedanê bi 14'ê Tîrmehê şîn bûn'

Gerîlayên YJA Starê der barê salvegera 37'an a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê axivîn û gotin, "Berxwedana niha encama 14'ê Tîrmehê ye."

Gerîlayên YJA Starê Têkoşîn Zagros û Berfîn Amanos berxwedana 14'ê Tîrmehê nirxandin.

Gerîla Têkoşîn Zagros û Berfîn Amanos berxwedêrên 14'ê Tîrmehê Kemal Pîr, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz û Mehmet Hayrî Dûrmûş bi bîr anîn û gotin, "Eger niha gerîla hene û her mezin dibe ev yek bi saya berxwedêrên 14'ê Tîrmehê ye."

'DÎROK BI BERXWEDANÊ NÛ DIBE'

Ji gerîlayên YJA Starê Têkoşîn Zagros got, "Di şexsê Leyla Guven de dibe ku ev berxwedan dubare bû be û deriyên Îmraliyê hinekî hatibin vekirin. Bêguman ev yek bi saya berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a Zindana Amedê pêk hat. Dijmin hewl dide me ji Rêber Apo qut bike, navberê bixe nava me û gefê li yekîtiya me ya ruhî dixwe. Lê vê berxwedanê careke din nîşan da ku ev hewldan bi kêr nayê."

Gerîlaya YJA Starê Zagros got, "Dîrok xwe timî nû dike, careke din bi bîr me tîne ku dîrok zindî ye. Eger ne ji vê berxwedanê bûya dibe ku rewş cuda bûya, lê belê van hevalan navê xwe li dîrokê nivîsandin."

'WAN RÊBER APO RAST FÊHM KIRIN'

Ji gerîlayên YJA Starê Berfîn Amanos bal kişand ser wateya berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê û destnîşan kir, berxwedana li zindana Amedê îradeyeke mezin e. Amanos got, "Berxwedana li zindana Amedê di dîrokê de li devereke din nehatiye dîtin. Eger Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş li ber xwe dabûn bi dîtina min ji ber ku Rêbertî fêhm kirin li ber xwe dan. Îradeyeke ku hevrêtiya rast a Rêbertî fêhm nekiribe nepêkan e ku bi vî rengî li ber xwe bide.

Di serdema heyî de jî Fadîle Tok, Leyla Guvenan li ber xwe dan. Dema ku ji min re gotin ku afirînerên destpêkê yên vê çalakiyê jin in, bi rastî jî kelecanî bûm, gelekî bandor li min kir. Ev yek ruhê Sakîne Cansizan, Kemal Pîran e. Em ê jî şopdarên vî ruhî bin."