Tok: Mîna roja destpêkê em bi biryar in

Endama Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê Fadîle Tok 40 roj in di greva birçîbûnê de ye. Tok got, "Em hêza xwe ji berxwedêrên zindanan, ji Leyla û Nasir digirin. Çalakiya me bi hêz û biryardariya roja destpêkê didome."

Greva birçîbûnê ya li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di roja 70'î de ye û bi koma 25'an dewam dike.

Greva endama Meclîsa Îştar a Mexmûrê Fadîle Tok jî ku 20'ê Çileyê dest pê kir, di roja 40'î de ye. Tok, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Leyla Guven, Nasir Yagiz û berxwedêrên din ên greva birçîbûnê hemû silav kir û bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya berxwedêrên greva birçîbûnê. Tok diyar kir, rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven, Nasir Yagiz, berxwedêrên li Strasboûrg û zindanan roj bi roj giran dibe.

Tok ragihand, berxwedan wê bi ser bikeve û got, "Ji ber ku berxwedana me berxwedana gelan û ya sedsalê ye. Me bi ruhê 14'ê Tîrmehê, bi berxwedana Xeyrî, Kemal, Elî û Mezlûman dest bi çalakiyê kir. Em hêza xwe ji berxwedêrên li zindanan, ji Leyla û Nasir digirin. Ji ber vê yekê, moral û coşa me her tim baş e. Çalakiya me bi biryardarî û hêza roja destpêkê didome. Ji ber ku çalakiya me gelekî hêja û bi rûmet e, ji aliyê tenduristiyê ve pirsgirêk dernakeve. Tenduristî wê ti carî li pêşiya têkoşîna me nebe asteng."

Tok di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku bibin dengê berxwedêrên greva birçîbûnê.