Tok: Em ê heta dawiyê têbikoşin

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ya li Mexmûrê di roja 70’yî de ye. Fedîle Tok a di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye got; “Em ê heta dawiyê têbikoşin.’

Greva birçîbûnê ya bêdawî-dorveger a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja 70’yî de bi koma 24 didome. Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a Endama Meclîsa Îştar Fedîle Tok jî di roja 35’an de didome.

‘HETA SERKETINÊ WÊ ÇALAKÎ BIDOMIN’

Îro bi merasîmekê koma 24’an çalakiya grevê dewr girt. Endama Meclîsa Îştar Fedîle Tok ku di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye axivî û got; “Di demekî kurt de çalakiya bi pêşengiya Leyla Guven ê belavî gelek herêman bû. Em ê heta dawiyê têbikoşin.”

Piştre berdevka koma 23’an Dr. Medya axivî û got; “Berxwedana li çar parçeyên Kurdistanê gelek girîng e. Heta serketinê wê çalakî bidomin.”