TJK-E banga tevlêbûna çalakiyên şermezarkirina 15'ê Sibatê kir

TJK-E'yê bang kir ku her kes bi rengekî xurt tevlî çalakiyên bi dirûşmeya, ''15'ê Sibatê Ji Bîr Neke, Nede Jibîrkirin'' bibe. TJK-'yê xwest ku 15'ê Sibatê her kes li dora Rêberê Gelê Kurd kom bibe û derkeve meydanan.

Tevgera Jinên Kurd ên li Ewropayê (TJK-E) ji bo salvegera Komploya Navnetewî ya 15'ê Sibatê daxuyanî da.

TJK-E'yê bi bîr xist ku Komploya Navnetewî di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser gelê Kurd hatiye kirin, bi komployê hatiye xwestin ku pêşî li geşbûna têkoşîna azadiyê were girtin.

TJK-E'yê berxwedaniya mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist, got Ocalan komplo pûç kiriye, ji bo jinên Kurd, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn hîmê jiyaneke dî daniye.

TJK-E'ê bal kişande ser tecrîda mitleq a li ser Rêberê Gelê Kurd got, ''Hêzên komploger û hevalbendên AKP-MHP'ê tecrîd û pergala êşkenceyê giran kiriye, êrîşên nû yên qirkir anîne ser gelê Kurd, ên ku komplo danîne nasekinni , bi domandina hewldana komployê dixwazin têkoşîna me ya azadiyê tasfiye bikin'' û bal kişande ser êrîşên Tirk ên bi hevkariya PDK'ê yêm li ser Heftanînê, Garê, Rojava, Şengalê.

TJKE'yê di daxuyaniyê de diyar kir, ''Li dijî rejîma faşîst tekane rê berfirehkirina eniya têkoşînê û bi dawîkirina tecrîdê re azadkirin e. Ji ber vê heta ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo nebe, mirov nikare bibêje komplo bi maneya rastî pûç bûye'' û got, ''Li dijî vê komploya tarî û gemarî di serî de jin  hemû gelên KurdistanÊ û Tirkiyê, hêzên demokrasiyê û civaka navnetewî divê seferber bibe, li dijî tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê, bi avakirina tifaqa jinan û gelan em têkoşînê geş bikin.''