TJA: Em natirsin, serî natewînin!

Tevgera Jinên Azad (TJA), bertek nîşanî êrîşa ku li hemberî meşa jinan a li Taksîmê pêk hatî da û got, “Em li hemberî dagirkeriyê bêdeng nabin, natirsin û serî natewînin.”

TJA’yê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa li hemberî jinan weke, “Sûcê rûreşiaya mirovahiyê yê li hemberî mirovahiyê hatiye kirin” pênase kir. TJA’yê diyar kir ku wê berxwedanê bilind bikin û bang li hemû raya giştî kir ku li dijî faşîzmê li ber xwe bide.

Daxuyanî wiha ye:

“Têkoşîna azadiya jinê, bêyî di bin bandora hişmendiya zilamê serdest de bimîne, bi hezar salan e li dijî zilmê serhildêra destpêkê, li dijî komkujiyan berxwedêra destpêkê, li dijî komkujiyên civakî, siyasî û  çandî hêza dijderketinê ye. Têkoşîna me ya ji 8’ê Adarê diherike Newrozê bi Sakîneyan, Rahşanan, Zekiyeyan, Semayan, Sêvêyan bê navber didome.

Îro dîsa Leyla Guven pêşenga berxwedana li dijî tecrîda li Îmraliyê ji hêla faşîzma AKP-MHP’ê ve tê pêkanîn e. Ev berxwedan bûye berxwedana heyamê.

8’ê Adarê li Taksîm li dijî zayendîperestiyê, nijadperestiyê, mîlîtarîzmê û her cure cihêkariyê jin meşiyan. Êrîşa li hembeî vê meşê Sûcê rûreşiaya mirovahiyê ye. Ev êrîş û pêkûtiyên desthilatdariyê nayên qebûlkirin. Wê li hemberî her cure êrîşên desthilatdariyê berxwedana jinan bidome.

TJA’yê got, “Li hemberî her cure êrîş û dagirkeriya zilamê serdest wê têkoşîna me bidome. Em li dijî dagirkeriyê bêdeng nabin, natirsin û serî natewînin. Bi sekna xwe ya ‘Jin jiyahn Azadî’ em ê bêtir xurtî li ber xwe bidin. Em bang li raya giştî dikin ku li hemberî hişmendiya faşîst her kes li ber xwe bide.”