'Tişta ku Tirkiye dike sûc e'

Nivîskar, rewşenbîr û hiqûqnasên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û diyar kirin, tişta ku Tirkiye dike sûc e.

Nivîskar, rewşenbîr û hiqûqnasên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û diyar kirin, tişta ku Tirkiye dike sûc e û têkildarî mijarê ev tişt diyar kirin.

Nivîskar Alî Kerîmî:  Tecrîda li ser Ocalan, ji meseleyeke neteweyî derbas kiriye û bûye rewşeke mirovî.

Rêzdar Ocalan 20 sal in di zindanê de ye. Du sal in ku bi tu kesî re hevdîtin nekiriye. Erdogan di şexsê Ocalan de li hemberî Kurdan jehr û hêrsa xwe nîşan dide.

Li hemberî vê nêzîktêdayînê me peywirên xwe bi cih neanî. Êdî ev mesele bûye meseleyeke mirovî. Divê me dinya bihejanda û bigota ka rêberê me li ku ye. Divê me qiyamet rakira.

Partiyên siyasî yên Kurdan jî qels man. Bi taybetî partiyên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, tu yê bibêjî qey guhê xwe şima kirine. Ji bo vî mirovê mezin em çi bikin, wê kêm be.

Divê em destûrê nedin ku ev mirovê mezin di zindanê de be û Erdogan li qesra xwe ya hezar odeyî bi aramî razê.

FEREC: DIVÊ OCALAN A NIHA DI NAV ME DE BÛYA

Nivîskar Latîf Ferec: Ji ber ku rêzdar Ocalan rûyê qirêj ê Erdogan nîşanî cîhanê da, tecrîda li ser wî girantir bû.

Dewleta Tirk bi agir dilîze. Serok Apo divê niha li Amedê bûya. Ev jî bi saya têkoşîna me wê pêk were.

Serok Apo niha li Amedê bûya wê dijminatiya di navbera gelan de nemaya. Heke tiştek were serê Serok Apo divê bizanibin ku em ê cîhanê bi ser wan de hilweşînin.

HACÎ: TIRKIYE SÛCEKÎ HIQÛQÎ DIKE

Hiqûqnas û parêzvanê mafê mirovan Aram Hacî: Tirkiye bi vê pêkanînê zagonên di danezana mafên mirovan a navneteweyî de bin pê dike. Ev danezan ji sê beşên bi navê civakî, şexsî û siyasî pêk tê. Dema mirov li doza Rêber Apo dinihêre tê dîtin ku ev her sê maf tên binpêkirin. Tecrîd dûrî zemîna mirovî û hiqûqî ye.

Li gorî hiqûqa navneteweyî her girtî mafên xwe yên hevdîtin bi malbatê û hevdîtina bi parêzeran re heye. Mafê xwe heye ku xwe biparêze. Niha hemû mafên Rêber Apo ji destê wî hatine girtin.

Hevdîtina bi malbat û parêzeran hatiye qedexekirin. Hemû têkiliyên bi derve re hatine qedexekirin. Mafê stendin û şandina nameyan jî hatiye qedexekirin. Ev hemû sûcên hiqûqî ne. Pêkanînên serdemên dîktatoriyê ne. Ev di zagonên navneteweyî de jî sûc e.