BI DÎMEN

Tirkmen jî xwe li Kurdan digirin

Operasyona ji bo rizgarkirina Mûsilê dewam dike. Tirkmenên Iraqî, ji valahiya kontrolê ya ji ber vê operasyonê sudê werdigirin û xwe li Kurdên li Rojava digirin.

style>.embed-container { position: relative; padding-bottom: 56.25%; height: 0; overflow: hidden; max-width: 100%; } .embed-container iframe, .embed-container object, .embed-container embed { position: absolute; top: 0; left: 0; width: 100%; height: 100%; }

Tirkmenên ku derbasî bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bûn gotin, ew di nava lepên DAIŞ'ê de hatibûn hiştin.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, di planên xwe yên li ser Sûriye û Iraqê de ku xwe dispêre dijminatiya li Kurdan, her tim Tirkmen kir hincet û hîn jî dike hincet. Ji yên nêzî xwe çete ava kir. Ajanên MÎT'ê bi navê Tirkmenan li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê da axaftin. Bi destê wan êrîş kir. Tirkmenên xwe li Rojava girtine dizanin, ku derdê Erdogan ne Tirkmen e.

CIWAN BIRIN, EXTIYAR HIŞTIN

Yek ji penaberên Iraqî yên rojek beriya niha xwe li Rojava girtin, Tirkmeneke 80 salî ya ji Til Aferê ye. Vê pîrejinê 2 neviyên xwe bi xwe re aniye. Anî ziman, ku 3 kurên wê yên ciwan ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine birin û ew û extiyarên Tirkmen ên mîna wê li naverastê hatine hiştin. Pîrejina ku zêdeyî du salan di nava zilma DAIŞ'ê de ma, dest bi vegotina reva ji zilmê dike: "Dema ku ji bo revê me rêyek dît, em reviyan. Şevek bû. Saet derdora sê bû, me berê xwe da çolê. Di rê de ez ketim nava avê, hindik ma bû bifetisim. Sê caran ez ketim erdê. Destê min xwîn bû. Em hatin me xwe li vir girt. Me xwe li Kurdan girt. Ji berê ve em û Kurd bi hev re dijîn. Kargeheke hevserê min hebû, tevî Kurdan dixebitî. 15 salan em li nava Mûsilê bi hev re jiyan. Ti cudahî di navbera Tirkmenan û Kurdan nîne."

SERÊ ŞEXSEKÎ ME 300 DOLAR DAN

Yek ji Tirkmenên ku 2 salan di nava dagirkeriya DAIŞ'ê de li Tel Aferê dijiya, Nasir ê ji Tel Aferê ye. Bi hevser û zarokên xwe reviya. Di ser Baajê, bi şev 5 saetan meşiya û xwe gihand sînorê Hesekê yê Rojava Nasir got, "Li Tel Aferê ji aliyekî ve zilma DAIŞ'ê, li aliyê din jî şerê dijwar hebû. Me heta niha firsend nedît birevin. Ji kesên dixwestin birevin, serê şexs 300 dolar digirtin û em danîn heta cihekî. Ji wê derê jî digotin, haydê biçin.

ME BANGA QSD Û YPG'Ê BIHÎST

Me navê QSD û YPG'ê bihîstibû. Digotin ku baş nêzî mirovan dibin û ji bo gel şer dikin. Digotin, ji bo gel canê xwe feda dikin. Me bihîst ku gotine 'her kesê dixwaze ji DAIŞ'ê rizgar bibe, dikare bê'. Em jî bi rê ket. Em bi xweşî pêşwazî kirin. Nan û ava xwe bi me re parve kirin. Tevî ku ew bi xwe di nava şer de ne, tî û birçîbûn dan pêş çavên xwe û her tiştên xwe dan me. Gelo wê hê çi bikin?"

HÊ TIRS JI SER XWE NAVÊTIYE

Nasir anî ziman, ku ew li Tel Aferê ji dayik bû, mezin bû û di dema dawî de li Tel Aferê nan, av, elektrîk tiştek nema û wiha dewam kir: "Zarokên me birçî û perîşan bûn. Em neçar man mal, erd û bexçeyên xwe li dû xwe bihêlin û birevin. DAIŞ'ê jiyan li me herimandibû. Tevî ku em jê rizgar bûne jî, hê me nebaşiya li me hatiye kirin ji ser xwe navêtine. Ez ê li vir bimînim. Ez li siberoja zarokên xwe difikirim. Heta ku axa me ji dagirkeriyê were rizgarkirin, ez ê ji vir neçim."

TIRKMEN Ê JI KERKÛKÊ: EM RIZGAR BÛN

Bavê çar zarokan Tirkmenekî ji Kerkûkê yê 47 salî, tevî zarokên xwe ji gundê xwe yê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin reviya û hatiye. Ev Tirkmenê ji Kerkûkê dibêje, "Zilmeke mezin lim e dihate kirin. Me nikarîbû nefes jî bigirta. Di nava îşkenceyê de bûn. Jiyan li me kiribûn jehr. Em ji destê wan reviyan û hatin Kurdistanê. Em li vê derê baş in û dilê me rehet e. Ji ber ku ji mirin, îşkence û zilmê rizgar bûne, em kêfxweş in." Tirkmenê navborî wiha dewam kir: "Kurd baş in, leheng in, bi rehm in." Tirkmenê ji Kerkûkê anî ziman, ku bi destpêkirina operasyona Mûsilê re her der veguherî qada şer û pirsgirêkên av, nan û elektrîkê rû da û got, "Em tirsiyan û li naverastê man. Me mirin dan pêş çavên xwe û di çolê re hatin vê derê. Bêyî bimirin me xwe gihand vê derê. Heta ku axa me rizgar bibe, em ê li vir bijîn."