‘Tirkiye hewcehiyên Peymana Mafê Zarokan bi cih nayîne'

Rêxistinên Civaka Sivîl ên Wan û Colemergê diyar kirin Tirkiye hewcehiyên Peymana Mafê Zarokan ku îmze kiriye bi cih nayîne.

Ji Baroya Wanê parêzer Medenî Gur ku li ser qada zarokan xebatan dike diyar kir dewlet di her fersendê de divê wekheviya fersendan çêbike, zarokan biparêze, bi berpirsyariya çalak rabe lê dewlet ji vî alî ve bi peywira xwe ranebe. Gur got, ‘’Aliyê şer û binpêkirina mafan a lil herêmê dewlet e. Li cografyaya şer a ku divê zarokan biparêze e dewlet e lê hem berpirsyariya xwe bi cih nayîne û hem jî dema ku hêzên leşkerî yên dewletê li pişt unîformayan û hêza dewletê zarokan dikujin politikaya cezanekirinê sazkar dike.’’

Gur bi berdewamî diyar kir dewleta Tirk li Kurdistanê şer dike hincet û mafê mirovan radike û got,’’Di rojên diyar ên salê de, mîna di salvegera 15’ê Sibatê de ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn Tirkiyê li Wanê di serî de zarok gelek kes têne destgîrkirin. Dewlet, zarokên ku divê wan biparêz weke gefekê dibine.’’ Gur her wiha diyar kir dema ku zarok têne destgîrkirin polîsê êşkenceyê li wan dikin.

Hevserokê Şûbeya Egîtîm Senê (Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê) Murat Balikesîr jî diyar kir li Tirkiyê li hemû qadên jiyanê mafê zarokan tê binpêkirin û got, ‘’Di serî de zarokên Kurd û hejaran bi dezavantaj in, problemên bicihbûn, têrbûn, perwerde û tendiristiyê yên zarokan hene, li van qadan her roj mafê zarokan têne binpêkirin. Xasma jî li qada perwerdehiyê em her roj dibinin ku zarok ji perwerdehiyê dibin û bêgav dimînin ku bixebitin. Hijmara zarokên ku nikarin ji mafê perwerdehiyê bêpar in bi covîdê re zêdetir bûne. Zarokên ku zimanê bav û kalen wan Kurdî ye bi zimanekî dî yê biyan perwerde dibin.’’

Serokê Desteya Rêveber a Odeya Hesabgerên Serbeset û Mişawirên Darayî SMMO) ya Wanê Ibrahîm Şahîn jî bal kişande ser hejariya li Kurdistanê û diyar kir gelek zarokên karker hene û got divê ev were qedexekirin û kontrolkirin. Şahîn got, ‘’Bi min cihê zarokan dibistan û baxçeyên lîstikê ne.’’