Tirkiye êrîşî Bradostê, DAIŞ jî êrîşî Kerkûk û Daqoqê dike!

Li gel domandina êrîşên dewleta Tirk a dagirkirina herêma biradostê, tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya li Xûrmatû, Daqoq û Kerkûkê zêde bûye û dagirkeriya xwe didomîne.

Dewleta Tirk a ku hewldanên dagirkirina herêmên Başûrê Kurdistanê dom dike, piştî bûyerên li Xaneqîn, Xûrmatû, Daqoq û Kerkûkê ku herêmên nakok jî di nav de qewimîn û şûnde, li dijî herêma Bradostê êrîşên dagirkeriyê dabûn destpêkirin. Artêşa Tirk destpêkê hewl da li Ava Hecî Beg, Gundê Berbizina, Kanî Reş, Geliyê Reş û Girê Sîro dagir bike. Di vê çarçoveya êrîşê de li hinek van cihên navborî bi cih bûne. Ji ber çalakiyên xurt ên gerîla artêşa Tirk neçar ma ji Girê Sîro xwe paşve vekişîne. Bi destpêkirina êrîşên dagirkeriya li ser Efrînê ango 20’ê Çileyê û şûn ve êrîşên li ser herêma Bradostê hatibûn rawestandin. Di pêvajoya êrîşên dagirkeriya li ser Efrînê dom dikir de, çeteyên DAIŞ’ê tevgera xwe ya li derdorî Xaneqîn, Xûrmatû, Daqoq, Tilehfer, Enbar, Mûsil û Kerkûkê zêde kir û dest bi êrîşan kiriye. Li gel êrîşên Serokkomarê Tirk Erdogan, êrîşên DAIŞ’ê yên li herêmên navborî jî bi awayekî kordîneyî û pilansazî tên birêve birin.

Bi dagirkeriya Efrînê re artêşa Tirk ji nû ve êrîşên xwe yên li herêma Bradostê dan destpêkirin. Ev êrîş ji bo bi temamî herêma Bradostê bê dagirkirin hatiye destpêkirin. Artêşa Tirk bi helîkopteran leşkeran li girê Lelîkan ê Xaxûrkê danî, dagirkerî Geliyê Azadiyê yê Xaxûrkê ku digire nava xwe bi awayekî berfireh dom dike. Bi destpêkirina meha Nîsanê re êrîş bi dijwarî dom dike. Li gel vê jî gerîla bi çalakiyên xurt derbên giran li artêşa Tirk dide.

ÇIMA GELIYÊ AZADIYÊ?

Navê din ê Xaxûrkê Geliyê Azadiyê ye. Li sêgoşeya ku xaka Bakur, Rojhilat û Başûr li xwe digre, cih digire. Di tevahiya dîrokê de neketiye destê hêzên dagirker ên Îran, Tirkiye û Iraqê. Dema ku êrîşên tinekirinê yên van sê dewletan li dijî Kurdan dihate kirin, Kurdan xwe li van cihan diparast û bersiva êrîşan dida. Bi dehan caran artêşa Tirk hewl daye êrîşî Xaxûrkê bike yek ji van êrîşan jî di sala 1992’an de bi navê ‘operasyona sandivîç’ dabû destpêkirin lê ti encam bi xwe re neanîbû. Dema em li van êrîşan dinêrin dibînin ku ne tesaduf in. Di pêvajoya dîrokê de Kurdan xwe li van çiyayan bi cih kiriye û şerê xwe kiriye.

LI ALIYEKÊ ARTÊŞA TIRK, LI ALIYÊ DIN DAIŞ ÊRÎŞ DIKE...

Erdogan, artêşa çete û dagirker êrîşî herêma Biradost dike û li aliyê din hevkarê wê DAIŞ jî êrîşên xwe yên li ser xeta Xaneqîn, Xûrmatû, Daqoq û Kerkuk’ê didomînin.

Di meha Çile, Sibat û Adarê de li herêmên navborî DAIŞ’ê êrîşên xwe zêdetir kir. Di van êrîşan de bi sedan sivîl, leşker û polîsên Iraqê hatin kuştin. Di van çend rojên dawî de jî çeteyên DAIŞ’ê li van herêman êrîşên xwe giran kiriye. Bi van êrîşan re xuya dike ku çeteyên DAIŞ’ê ji nû ve gundan dagir dike. Çend roj beriya niha çeteyên DAIŞ’ê li herêma Heftagar ya herêma Daqoqê ya ku 44 kîlometre dikeve başûrê Kerkûkê êrîş kirin û 2 gund dagir kir. Ji herêma ku 7 gund lê hene 3 gund ji ber polîtîkayên salên derbasbûyî hatin valekirin. Niha herêmeke ku ji 4 gundên Avaye Mansur, Avaye Ferix, Avaye Elî û Dara maye. Beriya niha çeteyên DAIŞ’ê bi êrîşî herêma Heftagar re gundê Elbû Necîm yê nêzî Heftagar û gundê Avaye Ferîx yê herêma Heftagar kontrol kirîbû. Metirsî li ser gundên din jî heye.

Hikûmeta navendî ya Iraqê li ser kontrol kirina gundên li herêmê ji aliyê DAIŞ’ê ve biryar da ku herêma Heftagar vale bike. Li aliyê din biryar hate dayîn ku gule wê bi ser kesên piştî seat 18:00’an kesên ku dixwazin ji gundên Heftagar berê xwe bidin Daqoqê ve were berdan.

Bi van biryarên hikûmeta navendî ya Iraqê re, nirxandinên ku li herêmên Kurdan bi hinceta DAIŞ’ê planên nehiştina mirovan dixînin dewrê. Iraq heya niha li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li herêma Biradost nerazîbûn nîşan ne daye û bi hînceta DAIŞ’ê valakirina herêma Heftagar bi xwe re pirsa ‘Gelo bi Tirkiyeyê re bi ser Kurdan planeke nû tê meşandin’ tîne.

Artêşa Tirk a dagirker li herêma Biradostê dixwaze êrîşên dagirkeriyê belav bike û di demek wiha de DAIŞ jî li Kerkuk, Xûrmatû, Daqoq û derdora wê bi awayekî rêk û pêk êrîşên xwe zêde kir û carek din gundan dagir dike. Di dema ku artêşa Tirk a dagirker êrîşên dagirkeriyê yên bi ser herêma Biradostê giran dike de, DAIŞ’ê jî êrîşên xwe yên bi ser herêmên nakok zêde dike, dagirkierina gundan tifaq û têkiliyên di navbera her du hêzan de bi vekirî nîşan dide.