BI DÎMEN

‘Tirkiye dixwaze statuya Herêma Kurdistanê tune bike’

Mesûd Ebdulxaliq wiha got: “Iraqê peymana di navbera Tirkiye û Iraqê de qebûl nekir ku ji aliyê wezîrê PDK’ê ve hatibû kirin.”

Nivîskar, çavdêrê siyasî, berpirsyar û şêwirmendê Saziya Standerê Mesûd Ebdulxaliq têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser axa başûrê Kurdistanê, bêdengiya partî û aliyên Başûr li hember vê dagirkeriyê, her wiha hewldanên Tirkiyeyê ya ji bo jinavbirina statûya Herêma Kurdistanê û çend pirsên girêdayî vê mijarê ji ANF’ê re axivî.

Der barê êriş û dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker de Mesûd Ebdulxaliq wiha got: “Ew êrişa ku Tirkiye pêk tîne, armanca wê tenê jinavbirina partiyeke Kurdistanê nîn e, berevajî, armanca wê dagirkirina tevahiya axa Herêma Kurdistanê ye. Lê eger di hilbijartina bê ya parlamentoya Herêma Kurdistanê de guherîneke bingehîn çêbe, ez bawer nakim ku cihê Tirkiyeyê di nav axa Iraq û Herêma Kurdistanê de bimîne.”

Her wiha di berdewamiya axaftina xwe de, Mesûd Ebdulxaliq diyar kir ku Iraqê ew peymana di navbera Tirkiye û Iraqê de qebûl nekiriye ku ji aliyê Wezîrê Derve yê Iraqê yê PDK’yî û Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ve hatibû îmzekirin, û wiha domand: “Niha Kurdistan ne wek berê ye, xwediyê wê heye, lewma derfeta Tirkiyeyê tune ye ku bi fermî başûrê Kurdistanê dagir bike. Rast e di navbera Tirkiye û Wezîrê Derve yê Iraqê de peyman hatibû çêkirin, lê Iraqê ew peyman û mitabeqeta ku Wezîrê derve yê Iraqê û Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê re çêkiribû, qebûl nekir.”

‘GAVEKE GELEK BAŞ E LI DIJÎ TIRKIYEYÊ’

Mesûd Ebdulxaliq her wiha got: “Qebûlnekirina peymana Tirkiye û wezîrê PDK’ê, gaveke gelek baş e li dijî Tirkiyeyê. Eger vê carê di hilbijartina bê ya parlamentoya Herêma Kurdistanê de guherîn çêbe, ez bawer nakim ku siberoja Tirkiyeyê li ser axa başûrê Kurdistanê bi awayê niha bimîne.”

Mesûd Ebdulxaliq di dawiya axaftina xwe de der barê bêdengiya partiyên başûrê Kurdistanê ya li hember êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ev tişt anîn ziman: “PDK’ê bi navê peymana stratejîk Tirkiye aniye başûrê Kurdistanê, lê mixabin em dibînin ku partî û aliyên din bêdeng in. Lê diviyabû li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk dengê xwe derxistina, ji ber ku dirûşma Tirkiyeyê bi eşkere tunekirina statûya Herêma Kurdistanê ye.”