'Tirkiye dixwaze li Kerkûkê xeyalên Osmaniyan zindî bike'

Welatiyên Kerkûkê ragihandin ku dewleta Tirk dixwaze bi rêya pêkhateyên bajarê Kerkûkê siyaseta xwe pêk bîne û xewna împaratoriya Osmanî zindî bike.

Welatiyên Kerkûkê ragihandin ku gotinên balyozê Tirk “Kerkûk bajarê Tirkmenan e’ xizmetê ji bo bajar nake û dixwaze aramiya jiyana hevbeş ya bajar têk bibe.

Welatiyê bi navê Soran Serdar ji ANF’ê re axivî û got; “Gotinên balyozê Tirk metirsîdar e, dewleta Tirk dixwaze împaratoriya Osmanî zindî bike û dixwaze bi rêya pêkhateyên li Kerkûkê siyaseta xwe bimeşîne. Ev çend car e ku Tirkiye dibêje Kerkûk beşek ji Tirkiyeyê ye û bi xewnên împaratoriya Osmanî danûstandinê ligel pêkhateyên bajarê Kerkûkê dike.”

‘KERKÛK BAJARÊ KURDAN E’

Serdar got ku; “Divê aliyên siyasî yên Kurd van gotinan qebûl nekin û helwestê nîşan bidin. Li ser dîroka vî bajarî me xwîn rijandiye. Rast e Kerkûk bajarekî ku gelek netewe tê de dijîn, di heman demê parêzgeheke Iraqê ye lê bajarê Kurdan e.”

‘DIVÊ HIKÛMETA IRAQÊ LÊPIRSÎNEK VEKE’

Welatiyê bi navê Pêşawa Kerkûkî yê ji bajarê Kerkûkê jî ev tişt got; “Gotina balyozxaneyê Tirk ê li Iraqê Fatîh Yildiz yê ku gotibû ‘Kerkûk bajarekî Tirkmenan e’ ku di dema serdana Bazara Qeyseriyê de gotibû, armanca wê ev e ku di nav gelên Kerkûkê de nakokiyan ava bike. Tirkiye dixwaze siyaseta xwe bi rêya pêkhateyeke biçûk yê bajêr bimeşîne. Kerkûk bajarek e ku gelek netewe tê de dijîn û ev gotinên balyozê Tirk xizmetê ji bo bajar nake. Divê hikûmeta Iraqê di derbarê balyozê Tirk de lêpirsînê veke, ji ber ku ev karekî dîplomasiyê ye.”

Li ser heman mijarê welatiyê bi navê Şerîf Celal wiha got; “Gotina ‘Kerkûk bajarê Tirkmenan e’ ya balyozê Tirk karekî xirab e. Ji ber ku Kerkûk bajarekî wisa ye ku gelek netewe tê de dijîn û balyozê Tirk dixwaze Kerkûkê bike bajarê neteweyekî. Em daxwaz dikin ku hikûmeta Iraq û herêma Kurdistanê li dijî van gotinan bêdeng nemînin. Gotinên balyozê Tirk xizmetê ji bajar nake û nakokiyê dixe nava hemû pêkhateyên Kerkûkê yên ku bi aşitî bi hev re dijîn.”