Tirkiye dest ji planên xwe yên qirêj bernade

Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyona Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif got, "Wê berxwedaneke mezin li dijî Tirkiyeyê bê nîşandan. Ev herêm wê bibin Kobanê yên nû. Aqûbeta DAIŞ'ê li holê ye."

Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyona Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif bal kişand ser êrîşeke gengaz a dewleta Tirk li dijî Til Rifat, Şehba û Efrînê û got, "Wê berxwedaneke mezin li dijî Tirkiyeyê bê nîşandan. Ev herêm wê bibin Kobanê yên nû. Aqûbeta DAIŞ'ê, ku êrîşî Kobanê kir li holê ye."

Hevseroka Konseya Rêveber a Federasyona Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif, piştî serdana welatên Ereb, der barê hewldaên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de daxuyaniyên girîng da. Yûsif diyar kir, Tirkiyeyê dest ji hewldana dagirkeriyê bernedaye, berevajî wê van hewldanên xwe bi taktîkên nû bidomîne.

Foza Yûsif, piştî civîna 2. a Meclîsa Damezrîner çû serdana welatên Ereb û Kendavê. Yûsif anî ziman, di serdanan de wan dîtine ku sîstema wan hê baş nehatiye fêhmkirin û ji bo danasînê divê karekî xurt bikin. Yûsif bal kişand ser şerê propagandayê yê li dijî wan hatiye destpêkirin û destnîşan kir, ji bo jiholêrakirina vê yekê pêwîstî bi hewldaneke berfireh heye. Yûsif got, "Pêşniyar û projeyên me yên ji bo çareserkirina şerê navxweyî û pirsgirêkên li Sûriyeyê bi erênî hatin pêşwazîkirin. Federasyon weke gaveke girîng û serketî tê dîtin."

BANDORA TÊKOŞÎNA JINÊ

Foza Yûsif anî ziman, têkoşîna azadiya jinê ku di Şoreşa Rojava de bi rola pêşengiyê radibe, bandoreke mezin kiriye û diyar kir, vê bandorê li herêmê rê li ber nîqaşên nû vekiriye. Yûsif got, "Bi vê bandorê lêgerînan dest pê kirine, ji bo tevlîbûna jinan a li nava partiyan bê zêdekirin."

QANÛNA HILBILJARTINÊ Û HILBIJARTIN

Hevserok Foza Yûsif, der barê Qanûna Hilbijartinê, diyarkirina dema hilbijartinê û navendên rêveberiya herêmî, ku di civîna 2. a Meclîsa Damezrîner de hatin destnîşankirin, agahî da: "Me ji bo biryarên girtine, amadekarî kir. Di demeke nêz de wê Qanûna Hilbijartinê û dema hilbijartinê diyar bibin. Meclîsa Damezrîner wê li hev bicive û vê biryarê bide. Di heman demê de em qadên xwe yên rêveberiya herêmî jî diyar dikin. Serdana me ya li welatên Ereb û Kendavê jî, di çarçoveya biryarên me yên civînê bû. Komîteya me ya dîplomasiyê, ne tenê li welatên Ereb, her wiha li qada navneteweyî jî hin hevdîtin kir û qala projeya me kir. Xebat bi rengekî bê navber dewam dikin."

DIŞOPÎNIN Û DIXWAZIN FÊHM BIKIN

Yûsif ragihand, hêzên navneteweyî heta niha nêzîkatiyeke erênî yan jî neyînî nîşanî projeya wan nedane û destnîşan kir, hemû hêz dişopînin û dixwazin fêhm bikin. Yûsif got, "Ji bo helwesteke zelal nîşan bidin, pêwîstî bi demê re heye. Bêguman wê rewşa siyasî jî vê yekê diyar bike" û wiha dewam kir: "Bi pêkanîna projeya xwe re em dikarin bandorê li hêzên navneteweyî bikin û bikin ku hêzên navneteweyî bi fermî vê qebûl bikin. Me di tecrûbeya xwe ya xweserî û xwerêveberiyê de ev yek bi rengekî vekirî dît."

REJÎMA BAAS NAGUHERE

Yûsif diyar kir, rejîma Baas a Sûriyeyê hê di nava xefletê de ye ku dixwaze vegere rewşa beriya sala 2011'an û anî ziman, nûbûneke cidî nekiriye û xewn û xeyala rêveberiya berê, sîstema berê ya desthilatdariyê dewam dike. Yûsif got, "Rejîm bi polîtîkayên xwe yên siyasî, leşkerî û herêmî re, dûrî bersivdana daxwazên gel e. Nêzîkatî û zîhniyet ev e; eger firsendê bibîne, wê bixwaze sîstema berê bidomîne. Vê yekê ferz dike. Em dikarin bê hêsanî bêjin, ku rejîm ji çareseriyeke demokratîk vekirî nîne. Em zanin ku wê realîteyê bibîne û bûyerên diqewime jî wê vê yekê li ser ferz bike."

ARMANCÊN DEWLETA TIRK

Hevserok Foza Yûsif diyar kir, dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP'ê, hewldana xwe ya dagirkeriyê ya ji Cerablûsê dest pê kir û li herêma Şehbayê belav kir, didomîne û got, daxuyaniya 'Operasyona Mertala Firatê qediya ye' gaveke taktîkî ye. Yûsif got, "Hêzên wan ên dagirker hê li herêmê ne. Qereqolên leşkerî hatin çêkirin, baregeh tên çêkirin, bi nifûsê dilîze." Yûsif işaret bi karakterê dagirkeriyê yê Tirk kir û got, "Dagir dike û careke din bi hêsanî ji wir dernakeve."

Yûsif diyar kir, dewleta Tirk wê bi hêsanî destê xwe ji nava Sûriyeyê nekişîne, wê nexwaze bikişîne û daxuyaniyên tên dayin jî, taktîkên li gorî rewşê ne. Foza Yûsif got, "Nêzîkatiyên taktîkî nîşan dide. Ji bo zexta hêzên navneteweyî sivik bike û ji bo hin hesabên nû vê dike. Mînak, hê dest ji hewldana xwe ya ji bo cihgirtina li pêngava Reqayê bernedaye. Tirkiye bi krîzeke gelekî mezin dikeve referandûmê. Li gorî encama ji referandûmê derkeve, wê planê bike. Daxuyaniya 'Mertala Firatê' qediya, hewldana navberdayinê ji bo destpêkirina planeke nû ye. Ji xwe li ser rûyê erdê her tişt eşkere ye."

GEFA LI ŞEHBA Û EFRÎNÊ

Yûsif bal kişand ser xeteriya êrîşeke gengaz a li dijî Til Rifat, Şehba û Efrînê û wiha dewam kir: "Li hemberî Tirkiyeyê wê berxwedaneke mezin bê nîşandan. Ev herêmên navborî wê bibin Kobanê yên nû. Aqûbeta DAIŞ a ku êrîşî Kobanê kir, li holê ye. Di serî de Rûsya û DYA; hemû hêzên navneteweyî li dijî siyaseta Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê û herêmê ne. Ev dijberî car carna vediguhere şerê bi rêya hin hêz û koman. Lê belê hemû jî dixwazin ji bo berjewendiyên xwe bi rengekî demkî bi kar bînin û bi kar tînin jî. Hêzên navneteweyî dizanin ku Tirkiye hêzeke dagirker e, li cihê dikeve navê, pirsgirêkê vediguherîne krîzê. Siyaseta Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê gelekî xetere dibînin."