Tîma aştîxwaz a Xirîstiyan (CPT) çû serdana malbata ku li ser wan êrişa kîmyewî hatibû kirin

Tîma aştîxwaz a Xirîstiyan (CPT) çû serdana malbata ku di 4’ê Îlona 2021’an li ser wan êrişa kîmyewî hatibû kirin.

Di 4’ê Îlona 2021’an dewleta Tirk a dagirker bi balefiran derdora gundê Hirûrê bi çekên kimyewî bombebaran kiribû û sê kes birîndar bûbûn. Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT) çû serdana vê malbatê.

Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT) çû serdana malbata ku di encama êrişa dewleta Tirk a bi çekên kimyewî de li gundê Hirûrê birîndar bûbûn. CPT’ê ragihand ku jina bi navê Hedye Mistefa nikare rabe ser xwe.

Roja 4’ê Îlona 2021’an dewleta Tirk a dagirker bi balefiran derdora gundê Hirûrê bi çekên kimyewî bombebaran kiribû. Di encamê de ji heman malbatê sê kes birîndar bibûn.

Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT) serdana wê malbatê kir. Derbarê seredanê de CPT daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin wan serdana malatê kiriye, jina bi navê Hedye Mistefa piştî êrişê felc bûye, dest û lingên wî nayên ber.

Her wiha hat gotin roja 4’ê Îlonê piştî ku yek ji çiyayên nêzî gundê Hirûrê ji aliyê balefirên Tirk ve hat bombekirin, Jîman, Ebdullah û Hedye Mistefa yên ji heman malbatê ne, rewşa wan a tendirûstî nebaş bû û rakirin nexweşxaneyê.

CPT ragihand, li gorî gotina malbatê ew roja êriş pêkhatî dewleta Tirk çekên kimyewî bi kar aniye. Her wiha malbatê diyar kiriye di dema êriş pêkhat de dûmanek spî rabû, piştre nefestengî, kuxîn, gêjbûn, vereşîn, şewitîna çav û çerm bi wan her sê endamên malbatê re çêbûye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, di dema serdanê de birayê Jîman, Cihad Ebdullah ji tîma CPT re gotiye; “Herêma me cihek çandî û geştyariye. Lê ji 23’yê Nîsanê ve artêşa Tirk êriş dike. Ji ber van êrişan zêdetirî hezar û 500 welatiyên sivîl ji devera Avaşîn û Kanî Masî koçber bûne.”

Li gorî bîlançoya HPG’ê ji 23’yê Nîsanê ve dewleta Tirk 323 caran çekên kîmyawî bi kar aniye  û ji ber êrişên kîmyawî 38 gerîla şehîd bûne. Li herêma Behdînan jî ji ber çekên kîmyawî sivîl birîndar bûne.