Tifaqa Kurdistanî li Amedê li hev civiya

Koma Tifaqa Kurdistanî têkildarî hilbijartinên ku tê payin 14'ê Gulanê bêne kirin, li hev civiya. DBP'ê malovanî ji civînê re kir.

Koma Tifaqa Kurdistanî li Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) a li Amedê li hev civiya.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşîtî, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, ji Komeleya Kurd a Demokratîk a Şoreşger (DDKD) Halîm Îpek, ji Partiya Demokrat a Kurdistanê li Tirkiyeyê (KDP-T) Mehmet Emîn Kardaş û parlamenterên HDP'ê Necdet Îpekyuz, Îmam Taşçier û Nûsrettîn Maçîn tevlî civînê bûn.

Li gorî agahiyan, biryara li ser civînê piştî biryara HDP'ê ya ji bo jinûve nirxandina diyarkirina namzetê ji bo Serokkomariyê hate wergirtin.

Tifaqa Kurdistanî wê helwesta xwe ya têkildarî hilbijartinên Serokkomariyê û meyla xwe ya diyarikrina namzetan ji HDP'ê re ragihîne.

HDP jî wê encama vê civînê ji Tifaqa Ked û Azadiyê re pêşkêş bike.

Tê payin ku biryara dawî di civîna Tifaqa Ked û Azadiyê de bê dayin û piştre bi raya giştî re bê parvekirin.