'Ti pirsgirêk ji tecrîdê cuda nîne'

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan Işik ragihand, ji xitimîna aboriyê heta binpêkirina mafên mirovan ti pirsgirêk ji tecrîdê cuda nînin û got, "Çareserî bidawîkirina tecrîdê ye."

Parlamentera HDP'ê ya Wanê mûazzez Orhan Işik got, "Desthilatdariya AKP-MHP'ê jiyana me, paşeroja me, welatê me dixe nava tarîtiyê. Divê em li dijî vê desthilatdariyê bi hev re têbikoşin."

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan Işik ji ANF'ê re axivî û diyra kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiryareke ku bandorê li tevahiya civakê dike. Mûazzez Orhan Işik anî ziman ku dewlet çareseriya demokratîk a meseleya Kurd red ike, ev yek jî pirsgirêkan mezin dike û got, "Binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan, dadgeriya bi din wesayitê de ye, zexta li ser çapemeniyê, nebûna azadiya îfadeyê, bêkarî, kûrbûna krîza aboriyê, xwekuştina mirovan ji ber birçîbûnê, kuştina jinan ku rojane herî kêm sê jin tên kuştin, bi temamî ji vê yekê serbixwe nîne."

Mûazzez Orhan Işik bal kişand ser tecrîdê û got, "Tecrîd di heman demê de nenaskirina hiqûqê ye. Li dijî destûra bingehîn û peymanên navneteweyî ye, nenaskirin û qebûlnekirina mafên ku bi qanûnan hatine misogerkirin e. Dadgerî bi fermanê tevdigere, ne li gorî qanûnan lê li gorî talîmatan biryarê dide."

Mûazzez Orhan Işik ji bo çareseriyê jî wiha axivî, "Çareserî bi dawîkirina tecrîdê ye. Desthilatdarî têk çûye. Serokkomar daxwaza helaliyê kir ku ev yek nîşaneya bidawîbûna siyaseta faşîst û zordariyê ye. Desthilatdariya AKP-MHP'ê jiyana me, paşeroja me, welatê me dixe nava tarîtiyê. Divê em li dijî vê desthilatdariyê bi hev re têbikoşin. Divê em tecrîdê bidin rakirin û bikin ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk bê çareserkirin. Muxatab Birêz Ocalan e û me di demên derbasbûyî de bi hev re dît. Ne zehmet e yan jî nepêkan nîne."