Li gorî The Economistê, Hêzên Çekdar ên Tirk hefteyên dawî plana wê yekê dikir ku baregehên xwe yên hewayî yên li Sûriyeyê bi sîstemên parastinê û balafirên bêmirov ên bombebarkirî (SÎHA) dagire. Bi taybetî tê gotin, amadekarî dikir ku Baregeha Hewayî ya T4 a li nêzî Palmîrayê teslîm werbigire û di şeva 2'ê Nîsanê de balafirên şer ên Îsraîlê li vê baregehê xistin. Li gel pîstê her wiha bombe li sîstemên wê yên radarê jî hate xistin, Her wiha tê gotin, herî kêm du baregehên cuda û hin nuqteyên leşkerî jî hatin bombekirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar anî ziman ku li Sûriyeyê radestkirina qadên berfireh ji bo Tirkiyeyê û 'qebûlkirina bandora Enqereyê' li ser ewlekariya wan gefeke mezin e. Wezîrê Parastinê Israel Katz jî hişyarî da û got, 'Eger Sûriye rê bide hêzên dijminê Îsraîlê wê berdêleke giran bide'.
FIKARÊN HERDU ALIYAN: 'PARÇEKIRIN' YAN JÎ 'SÛRIYEYEKE YEKPARE'?
Di analîzê de tê îdîakirin ku Îsraîl dixwaze Sûriye lawaz û parçebûyî bimîne. Tê gotin, Îsraîlê gelek caran êrîş bir ser rejîma Esad a ku xwedî balafirên kevn ên Rûs bû û 'Bingeha artêşa Sûriyeyê hilweşand'. Niha jî rêveberiya heyî ya Sûriyeyê ji bo jinûve avakirina welêt piştgiriyeke xurt ji Tirkiyeyê werdigire. Îsraîl bi fikar e ku ev rewş 'Sûriyeyeke di bin bandora Tirkiyeyê de' ava bike.
Li aliyê din tê gotin, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan yekparebûna Sûriyeyê û hikumeteke navendî ya xurt dixwaze, Îsraîl jî xwe nêzî pergaleke federal dike. The Economist bi taybetî qala hesasiyeta Îsraîlê ya li ser 'hindikahiya Durzî' dike û destnîşan dike ku ev rewş bi rêveberiya Sûriyeyê ya nû re nakok e.
The Economist ihtimala şerekî yekser ê navbera herdu welatan dûr dibîne. Tirkiye ku xwedî artêşa herî mezin a duyemîn a NATO'yê ye û yek ji hevalbendên herî girîng ên Emerîkayê yê li Rojhilata Navîn Îsraîl 'Li şûna şerekî yekser, polîtîkaya zexta li ser hev' dimeşînin. Erdogan bi têkiliya xwe ya berê ya bi Donald Trump piştrast e û bi jinûve rojevbûyîna firotina F-35'an dixwaze danûstandinên xwe yên bi DYE'yê re xurt bike. Di heman demê de hewl dide bi Yekîtiya Ewropayê re jî di çarçoveya garantiyên ewlekariyê yên li Ûkraynayê de têkiliyên xwe sererast bike. Ev yek hêmaneke ku Tirkiyeyê ji şerekî tund dûr dixîne.
Li hemberî vê yekê hevrikiya Îsraîl û Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê di qadên cuda de kûr dibe. Herdu jî bi fikar in ku Îran ji nû ve li Sûriyeyê bibe xwedî bandor. Lê belê pirsa 'Li Sûriyeyê wê avaniya ewlekarî û rêveberiyê çawa pêk were' herdu welatan dike dijberên hev.
Kovar şîroveya 'Eger Erdogan herêmê aram bike, dibe ku bi kêrî Îsraîlê jî bê' dike û hişyariyê dide ku ev yek hevsengiyeke hesas e ku di her kêliyê de dikare veguhere provokasyon û bersivdayinê.