Tevgerên Ciwanan Kûlûman û Çîçek bibîr anî

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger, Alî Çîçek û Huseyîn Kûlûman ên ku li Mexmûrû hatibûn qetilkirin, bibîr anîn.

Di daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger de wiha tê gotin;

“Tevgera me ya Azadiya Kurd di dîroka 40 salan a têkoşînê de her demê di serketinê de kilît bûye û ti deman tawîz nedaye. Dî dîrokê de li dijî rûhê şikandina têkoşînê gelek caran bi êrîş û komployan re derbas bûye, lê belê di hemû caran de bersivek mezin hatiye dayîn. Wek mîlîtanên azadiyê em hemû jî dizanîn ev têkoşîn, têkoşînekî bizehmete. Hemû ciwanên Kurd di ferqa vê zoriyê dene û tevlî refên azadiyê dibin, li bajaran jî ji bo ku dijmin nefesê nestîne liberxwe didin. Şehîd Alî Çîçek û Şehîd Huseyîn Kûlûman di encama êrîşa kontrayî li Mexmûrê de şehîd bûn. Em dizanin ku di bin vê êrîşê de çeteyên AKP’ê yên elçax ku ber bi tinebûne ve ye û jî dîrokê ders negirtine hene.

Em wek ciwanên Kurd didin diyarkirin ku em ê bersiva mezin bidin vê êrîşa bi tirsonek a di şexsê heval Şehîd Alî Çîçek û Şehîd Huseyîn Kûlûman de pêkhatî. Çeteyên AKP’ê yên tirsonak, polîs, hevkar, cerdevan, erkdarên kolanan bila vêya baş bizanibîn ku me mîrasa xwe ji Şehîd Kemal Pîran, Alî Çîçekan, Bêrîtan, Zîlan û Çiyageran wergirtiye. Li gel me ji bilî têgiha berxwedanê têgihek din tuneye. Dijmînê me niha gelek ditirse. Ji ber ku em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Şoreşger destê me li ser patika wan e û bi biryar in ku em ê nefesa wan di qirika wan de bihêlin.

Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku li dijî vî dijminê tirsonak bi hev re têkoşînê bikin. Pêwîste ciwanên Kurdistanê li cihê ku lê bin nehêlin dijmin nefes bistine û ev ê weke erka xwe ya demê bizanin û têkoşîna xwe li ser bingehê tolhildanê xurtir bikin.”