Tevgera Goran xwest 'Hikumeta Rizgariya Neteweyî' bê avakirin

Tevgear Goran xwest, hikumeta Hewlêrê ya bi serokatiya Nêçirvan Barzanî îstifa bike. Her wiha dixwaze hikumeteke 'rizgariya neteweyî' bê avakirin ku bi Bexdayê re danûstandinan bike.

Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hecî bang li hikumeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê kir ji bo îstifa bike.

Tevgera Goran, piştî ku Kerkûk û gelek herêm radestî hêzên Iraqê û Heşdî Şabî hatin kirin banga îstifayê li rêveberiya Hewlêrê kiribû û ev banga xwe dubare kir. Tevgera Goran, ji bo derketina ji nava krîza heyî jî xwest, 'Hikumeta Rizgariya Neteweyî' bê avakirin.

Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hecî li ser mijarê ev daxuyanî da:

"PDK û YNK têk çûn. Ev ne tenê têkçûnek e, di heman demê de felaketek anîn serê gelê me. Ji ber vê yekê me xwestin ku rayedar îstifa bikin. Mesûd Barzanî bi rengekî îstifa kir. Em dixwazin hikumeta herêma Kurdistanê jî îstifa bike û 'Hikumeta Rizgariya Neteweyî' bê avakirin.

Wezîfeya vê hikumetê jî wê diyaloga bi Bexdayê re be. Ji ber ku hikumeteke ku li eniya şer têk çûye, nikare bi hêzeke ku bi ser ketiye diyalogê bike."