Tevgera Goran sibê rêveberiya xwe ya nû diyar dike

Tevgera Goran ji bo hilbijartina rêveberiya nû û serokatiya giştî wê sibê hilbijartinê li dar bixe. 20 kesan ji bo namzetiyê serî lê dane.

Duyemîn partiya mezin a parlementoya Başûrê Kurdistanê Goran, piştî ku serokê wê yê giştî Newşîrwan Mistefa jiyana xwe ji dest da, ji bo diyarkirina rêveberiya nû û serokatiya giştî wê sibê hilbijartinekê li dar bixe.

Berpirsê Komîsyona Hilbijartinê ya Tevgera Goran Zîmnako Celal ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku heta niha 20 kesan ji bo rêveberiya nû serî lê dane.

Celal got ku, “Dosyeyên serîlêdanê me teslîmî Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tevgera Goranê kir. Niha dosye tên nirxandin. Piştî nirxandinê wê sibê hilbijartin pêk were.”

Celal diyar kir ku ji nav 20 namzetan yek jin e û 12 kes jî yên nû ne. Celal got ku, “Em ê mîrata ku Newşîrwan Mistefa ji me re hiştiye, em ê bidomînin. Wê rêveberiya me ya nû, siyaseta me ya nû diyar bike. Di bernameya Goranê de tu guherîn tune.”

Ji bo serokatiya giştî navê Qadir Hecî Elî û Omer Seyîd Elî derdiket pêş lê Qadir Hecî Elî diyar kiribû ku ew ê serî lênede.

TEVGERA GORAN

Yek ji damezirînerê YNK’ê Newşîrwan Mistefa di sala 2006’an de ji partiyê veqetiya û dest bi damezirandina Goranê kir.

Tevgera Goranê bi awayê fermî di 25’ê Tîrmeha 2009’an de hate damezirandin û ket hilbijartina wê salê. Di hilbijartinê de 25 kursî bi dest xist. Goranê bêyî ku hêzeke pêşmergeyan a girêdayî xwe ava bike, biryar da ku siyasetê bike.

Di sala 2013’an de 24 kursî bi dest xist û bû partiya duyemîn a li parlementoya Başûrê Kurdistanê. Pê re jî bi PDK’ê re bû hevkarê hikumetê.

PDK ji ber çalakiyên gel ên di sala 2015’an de Goran berpirsyar dît û di 12’ê Kewçêra 2015’an de nehişt serokê parlementoyê yê ji Goranê Dr. Yûsiv Mihemed têkeve Hewlêrê. Piştre jî 5 wezîrên Goranê ji kabîneyê hatin avêtin û deriyê parlementoyê hate girtin.

Newşîrwan Mistefa yê pêşmergeyekî kevn e û bi nasnavê “mîmarê raperîna” sala 1991’an tê naskirin, di 19’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî wê dihat meraqkirin gelo wê Goran çi bike.

Tevgera Goran bi awayekî tund li hemberî nelirêtî û rêveberiya partiyî ye, wê serokatiya wê ya giştî û rêveberiya wê di 25’ê Tîrmehê de diyar bibe.