Tevgera Azadiya Kerkûkê wê Newrozê bi coş pîroz bike

Tevgera Azadiyê ya Kerkûkê bi dirûşmeya “Newroz sembola şoreşa gelan a hebûn û azadiyê ye” li bajarê Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê wê Newrozê pîroz bike.

Komîteya Amadekariyê ya Cejna Newrozê li encumeniya herêma Kerkûkê û Tevgera Azadiyê ya Komalgeha Kurdistan bi dirûşmeya “Newroz sembola şoreşa gelan a hebûn û azadiyê ye” wê li bajarê Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê were pîrozkirin.

Berdevkê Komîteya Amadekariya Newrozê Soran Serdar ji ANF’ê re bi kurtî axivî. Serdar di destpêka axaftina xwe Newroz li gelê Iraq û Kurdistanê pîroz kir û got: “Divê hemû xelkê Kerkûkê bi awayek coş beşdarî Newrozê bibin. Ahengiya Newroza îsal weke salên berê jî wê li navçeya Teq Teq a Kerkûkê wê bi dirûşmeya ‘Newroz sembola şoreşa gelan a hebûn û azadiyê ye’ were pîrozkirin.