Tevgera Azadî: Tenê şermezarkirin ji Tirkiyeyê re nabe bersiv

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) êrîşên li dijî wargeha Mexmûr û Şengalê bi tundî şermezar kir. Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah got; “Bêdengiya li dijî êrîşan îxanet e.”

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê piştî 2. konferansa xwe ya herêma Silêmaniyê ku îro pêk hat, li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûrê) ku di encamê de 4 jin şehîd bûn, daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Mihemed Abdullah ve hate dayîn. Abdullah di serî de êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got; "Li sê parçeyên Kurdistan êrîş û planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li hemberî gelê me berdewam dike. Em bang dikin ku ti Kurdek çavê xwe li hemberî dagirkeriyê netewîne. Bêdengî ji siyaseta dagirkeriyê re xizmetê dike."

‘BÊDENGIYA LI DIJÎ ÊRÎŞAN ÎXANET E’

Abdullah bi domdarî got li dijî gelê Kurd komployên navnetewî tên kirin û got; “Pêşengê van komployan dewleta Tirk e. Hêzên navxweyî jî beşdarî van komployan dibin û ev jî hêzê dide dewleta Tirk. Bêdengiya li dijî êrîşan îxaneta li dijî gelê Kurd e.”

Abdullah bang li hêzên demokratîk û partiyan kir ku êdî li hemberî êrîşên Tirkiyeyê bêdeng nemînin û wiha pêde çû; "Bêdengbûn xiyanete û mildayîna bi dagirkeriya dewleta Tirk re ye. Dewleta Tirk li her cihî gelê me hedef digire. Ti ferqê naxe di nava Kurdan de. Tirkiye bê hîncet êrîşî Iraq û Başûrê Kurdistanê dike. Em bang dikin ku ti kes li hember bêdeng nemîne."

‘YEKÎTIYA NETEWÎ DIKARE PÊŞIYA ÊRÎŞAN BIGRE’

Hevserokê Giştî yê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Mihemed Abdullah banga yekîtiya neteweyî li partî û rêxistinên Kurdistanê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; "Di nava van guhertinên ku li herêmê pêk tên, yekane rêya ku li ber me heye, yekhelwestiye. Em dikarin bi yekîtiya neteweyî li hemberî dagirkeriyê bisekinînin. Divê aliyên siyasî û gelê me li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin. Tenê yekîtiya netewî dikare pêşiya êrîşan bigre.”