Tevgera Azadî sûîqasta li Kerkûkê şermezar kir, banga girtina ‘terorîstan’ kir

Desteya Rêveber a Tevgera Azadî êrîşa dijî siyasetmedar û çalakvana jin Firyal Silêman Xalid (Zelal Zagros) bi tundî şermezar kir û xwest ku êrîşkar bên girtin.

Duh (18’ê Çile) çalakvana siyasî Firyal Silêman Xalid li Kerkûkê li ber dibistanekê di encama êrîşekê terorî de hate qetilkirin. Li gorî şahidên bûyerê, êrîş ji aliyê du kesan ve hate kirin û çeka bêdengkirî hate bikaranîn. Hate ragihandin ku 8 gule berdan Firyal Silêman Xalid û êrîşkar ji holê winda bûn.

Derbarê êrîşa terorî de, Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Duh li taxa Serçinar ya Kerkûkê, çalakvana siyasî Firyal Silêman ku ji bo peywendiya bi rêxistinên jinan re, serdana Başûrê Kurdistanê kiribû, tê gulebarankirin û şehîd dikeve. Em vê kiryara tirsonek û terorî şermezar dikin, bang li saziyên ewlekariyê yên Kerkûkê dikin ku kujeran bigirin û wan terorîstan bitûndî mehkum bikin. Diyare DAÎŞ û faşîstên Tirkiyeyê li Kerkûkê ji bo terorkirina Kurdan lihevkirine. Di çend rojên borî de polîsek Kurd di nava bajarê Kerkûkê de ji aliyê DAÎŞ’ê ve hate kuştin. Dijmin li beramberî şikestinên xwe, dest bi terorkirina xelkê sivîl ê Kurdistanê kirine.

Em weke Tevgera Azadî, vê kiryara terorî bi tundî şermezar dikin, bang li jinan û azadîxwazên Kerkûk û hemû Kurdistanê dikin, xwedî helwest bin û xwedî li xwîna mirovên azad û têkoşer derbikevin. Di heman demê de polîs û hêzên ewlekariyê yên Kerkûkê ji dîtin û eşkerekirina terorîstan berpirsin. Qetilkirina mamosta Şemal ya li Kifrî, Nagihan Arksel ya li Silêmanî nabe wiha derbaz bibe. Jin, Jiyan, Azadî divê li hemû Kurdistanê bibe dirûşmeya jinan.”