Tevgera Azadî: Pirsgirk desthilat bi xwe ye

Desteya Giştî ya Tevgera Azadî li bajarê Kerkûkê li ser pêşketin û guhertinên dawî yên li Herêmê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Desteya Giştî ya Tevgera Azadî li ser pêşketin û guhertinên dawî yên li Herêmê daxuyaniyek çapemeniyê da. Tevgera Azadî destnîşankir ku sedema hemû pirsgirêkên heyî desthlata heyî ye û got: “Divê di demek zû de rewşa xelkê were baş kirin û bi Iraqê re lihevkirinek çêbibe.”

Tevgera Azadî destpêkê Cejna Noelê li hemû Mesihiyên cîhanê pîroz kir.

‘BERPIRS TESTHILAT E’

Di daxuyaniya ji aliyê Endamê Desteyê Selam Ebdula ve hatî xwendin de ev tişt hatin gotin; “Berpirsê hemû pirsgirêkên çêbûne li herêmê, desthilata Kurdî ya Başûrê kurdistanê ye. Gelê Kurd bi giştî dibin êrişek mezin deye û hîn jî pirsgirêka nasname, xak û hebûnê heye. Tevî vê li Başûrê Kurdistanê derfetek heye ku hem beşek ji pirsgirêkan çareser bike. Lê mixabin ne ku çareserî, roj bi roj pirsgirêka welat û qeyran ber bi zêdebûnê ve diçe.

‘DESTWERDANA WELATÊN DERVE SEDEMÊ ESASÎ YÊN NAKOKIYAN E’

Destwerdana welatên herêmê û bê îradeyiya desthilata Kurdî, bûne sedemek sereke ya carek din Kurd li Başûrê Kurdistanê bi Iraqê re pirsgirêkan bijî. Desthilata Kurdî nekarî di projeya aboriya serbixwe de bi ser keve û jiyanek baş bide welatiyan. Nekariye bi Iraqê re li hev bike, li gorî me bi egera lihevkirina herêm û Bexdayê re wê derfeta gendelî û dizîna çavkaniyên welat nemîne. Ji bo vê ne amadene bi Bexdayê re li hev bikin. Ev yek ji bilî zextên dewleta Tirke.

‘HIKÛMET LI ŞÛNA DIJÎ DAGIRKERIYÊ RABE, PKK’Ê SÛCDAR DIKE’

Rêveberên Kurd pirsgirêka madeya 140 ji bîr kirine û nizanin çawa ewlekariya herêmê bikin. Pirsgirêka erdê û gelek pirsgirêkên din niha li herêmê çêbûye. Tevî van pirsgirêkan hemû, dewleta Tirk pêngavek mezin ya ji bo dagirkeriya Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Hikumeta Herêmê li şûna dijî dagirkeriyê li Iraq û navendên navnetewî kar bike, Partiya Karkerên Kurdistanê sucdar dike. PDK, PKK weke pirsgirêk dibîne. Dewleta Tirk îsal li ber çavê hemû cîhanê dagirkeriya xwe ya li gelek herêman dewam dike. Tevî hemû pirsgirêkan, dema xelk daxwaza mafê xwe dikin û dadikevin qadan, rastî tundûtujiyê tên. Tên şehîdxistin, xwepêşandanên îsal ji bo desthilata Kurdî pelek din yê reş e. Divê di demek zû de desthilat rewşa xwe ber çavan derbas ke û dest bi reforman were kirin.

‘EM DI FERQA BERPIRSIYARYÊN XWE DE NE; EM Ê BI ERKA XWE RABIN’

Divê demek zû de ji bo ku bi Iraqê re şer çênebe, bi Bexdayê re lihevkirinek çêbibe û derfeta karkirina li Bexda ji dest neçe. Pêwîste hêzên din jî karê muxalefetek baş bikin û em jî amadene bi hev re kar bikin. Ji ber ku karê muxalefetê bi vî awayî nabe, ji bo çareseriya vê rewşê, xwendinek baş û siyasî pêwîst e. Helwest pêwîst e, em di beşek pirsgirêkan de xwe jî weke berpirsyar dizanin û em ê di sala bê de erkê xwe yê siyasî û rêxistinî bicih bînin.”