Tevgera Azadî li Kerkûkê serdana gorên şehîdan kirin

Bi boneya Cejna Remezanê ya Alema Îslamê nûnerên Tevgera Azadî serdana goristanan kirin û gul danîn ser gorên şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê.

Bi boneya hatina Cejna Remezanê ya Alema Îslamê mîna her salê îsal jî berî cejnê welatî berê xwe didin ser goristanan û serdana goran dikin. Di vê çarçoveyê de jî nûnerên Tevgera Azadî û bi dehan welatî berê xwe dan goristanên bajarê Kerkûkê ku gorên şehîdan lê ne, serdan kirin û gul danîn ser goristanan.

Nûnern Tevgera Azadî ya Kerkûkê serdana goristanan kir û ji bo giyanê pak ê şehîdan deqeyek rêz girt û piştre axivîn.

Hevserokê Meclîsa Tevgera Azadî ya Kerkûkê Komel Serdem axivî, Cejna Remezanê li hemû Misilmanan û gelê Kurd ên çar parçeyên Kurdistanê pîroz kir. Serdem diyar kir ku berî cejnê serdana goran kirin di nava gelê Kurd de weke çandekê ye û îro berî cejnê serdana gorên şehîdan kirine û gul danîne ser gorên wan.

Sermed bal kişand ser rewşa îro û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Avaşîn, Zap û Metînan ên Herêmên Parastinê yên Medyayê û got: “Niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî giran ku ti pîvanên exlaqî û navneteweyî li ber çav nagire li dijî gelê me û gerîla tê kirin. Armanca dewleta Tirk dagirkirina xaka Kurdistanê ye. Di van şeran de dewleta Tirk çekên qedexe û kîmyewî bikar tîne.”

Hevserokê Meclîsa Tevgera Azadî anî ziman ku ciwanên gelê Kurd li dijî dewleta Tirk a dagireker berxwedanekî mezin dide û got: “Em Tevgera Azadî ji bo şehîdan bibîr bînin serdana gorên wan kir û soza xwe ya şopandina rêya wan dubare kir ku di oxira wê de şehîd bûn.”