Tevgera Azadî li dijî dagirkeriyê daxwaza avakirina eniyek hevpar kir

Tevgera Azadî li ser rewşa heyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kûrbûna krîzên li Başûrê Kurdistan û êrîşên dagirkeriyê bi daxuyaniyekê nêrînên partiya xwe parve kirin.

Tevgera Azadî di serî de li dijî dagirkerî û krîzên heyî yên li Başûrê Kurdistanê banga avakirina hikûmetek tekokrat a rizgariya niştimanî û dîsa eniyeke hevpar a fireh a muxalefetê kir.

Tevgera Azadî li bajarê Silêmaniyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê projeya xwe ya ji reformê ya ji bo Başûrê Kurdistanê ragihand.

‘PLANÊN MEZIN LI SER KURDAN HEYE, LÊ HIKÛMET BÊDENG E’

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah daxuyanî da çapemeniyê û ev got: “Planeke mezin li ser gelê Kurdistanê heye. Dewleta Tirk ev gelek car in li ser Başûrê Kurdistanê dagirkeriyê pêş dixe. Lê belê hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember vê dagirkeriyê bêdeng e.”

‘HIKÛMETÊ 29 SAL E RUHÊ BERXWEDANÊ TINE KIRIYE, LEWRA JI VÊ BERPIRS E’

Ebdullah di dewama daxuyaniyê de ev bal kişand ser van xisûsan: “Hikumraniya Herêma Kurdistanê bûye hukmekî desthilatdariya zilamsalar. Girîngiyê nade asta jinê, her wiha di nav 29 salan de ruhê berxwedan û têkoşînê tine kir. Lewma ji vê bêdengiya niha li Herêma Kurdistanê, desthilatdarî berpirsiyar e. Ev desthilatdarî li ser jiyana xelkê bûye metirsî.”

‘HETA NIHA TI HELWESTEK RABER NEKIRINE’

Hevserok Ebdullah di daxuyaniyê de têkildarî bêhelwestiya desthilata Herêma Kurdistanê ya li hember êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk jî ev got: “Ti dezgeheke Herêma Kurdistanê, Serokatiya Herêmê, Hikûmet û Parlamentoya Herêmê heta niha ti helwesteke cidî nîşan nedane. Li gor destûra bingehîn parastina Herêma Kurdistanê hem erka Iraqê hem jî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Lê belê heta niha jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti gavek ji bo parastina xaka Kurdistanê neavêtiye. Ligel vê şandina hêzên Iraqê ji bo deverên sînor ên Herêma Kurdistanê cihê gumanê ye.”

Herî dawî Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah daxwaz û pêşniyarên Tevgera Azadî ya têkildarî metirsiyên li ser Başûrê Kurdistanê, rêgirtina li êrîş û dagirkeriyê tiştên pêwîst e bên kirin, wiha rêz kir:

1- Hikûmetek teknokrat (rizgariya nîştimanî) were avakirin û cihê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigre, ta hilbijartinek nû tê kirin.

2- Amadekarî ji bo hilbijartinek pêşwext bê kirin, ji bo vê yekê jî pêwîste komîsyonek serbixwe ji kesên pispor û bêalî li gel hemahengiya Netewên Yekbûyî were avakirin.

3- Ji bo Herêma Kurdistan bibe xwedî nasnameyek hiqûqî û siyasî, divê lez were kirin destûrek demokratîk were danîn. Ji bo vê yekê jî pêwîste komîsyonek ji kesên şareza û bê alî were avakirin.

4- Hikûmeta demkî ya ku were avakirin divê yekem karê wê avakirina komîsyonek aborî û darayî be, ji bo li gel Bexdayê bikevin nava danûstandinan. Divê ev komîsyon dûr ji berjewendiyên hizbî ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî û darayî bixebite.

5- Ji bo pêkanîna van karan hebûna eniyek muxalefet di nava civakê de bi giring dibînin, daku piştgiriya hikûmeta demkî bike û pêşî li desthilata hizbî bigre.

6- Erkek din a hikûmeta demkî divê parastin û vegerandina rûmeta serweriya Herêma Kurdistanê be. Ev yek jî bi pêşîgirtina êrîşên Tirkiye û pilanên dagirkeriya Tirk a li ser Herêmê dikare bê kirin. Ev yek jî divê bi hemahengiya li gel hikûmeta Iraq û Encûmena Ewlehiya Navnetewî were kirin.

SILÊMANÎ